Jinek li Îzmîrê hat qetilkirin 2022-11-21 12:12:59   ÎZMÎR – Jina bi navê Ozlem G. li navçeya Bergamayê ji hêla zilamê bi navê Z.S. ve hat qetilkirin.    Jina bi navê Ozlem G. (28), li navçeya Bergama ya Îzmîrê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê li malê hat dîtin. Dema malbata Ozlem G. hatî malê, cenazeyê keça xwe dîtin. Li ser agahdarkirina malbatê jî komên tenduristiyê û polîsan ber bi cihê bûyerê ve hatin sewqkirin.    Têkildarî mijarê zilamê bi navê Z.S. hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de îfadeyê Z.S. hat girtin û Z.S. li xwe mikûr hat ku Ozlem G. qetil kiriye.