'Pêşketinên berxwedana jinê geştir dibin' 2022-11-21 18:34:16   MÊRDÎN – TJA û HDP’ê ku li Nisêbînê têkildarî 25’ê mijdarê daxuyaniyeke hevpar dan, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û gotin ku pêşketinên berxwedana jinan ên li dijî pergala zilamsalariyê êdî bi awayekî herikbar xwe diguherinin û geştir dibin.   Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li ber avahiya HDP’ê ya Nisêbînê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Berxwedana Kobanê, Serhildana Jinan e” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, endam û rêveberên HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Însîyatîfa Dayîkên Aştiyê û gelek sazî tevlî daxuyaniyê bûn.    ‘BERXWEDANA JINAN GEŞTIR DIBE’   Hevseroka HDP'a Nisêbînê Şîndar Akinciyê metna daxuyaniyê xwend. Akinciyê têkildarî 25’ê Mijdarê ev tişt gotin: “Di sedsala 20’emîn de Xwişkên Mîrabel li dijî rejîma Trûjîllo ya dîktayî berxwedaneke bêhempa dan. Di 25’ê Mijdara sala 1960’an de hatin qetilkirin. Li Komara Domînîkê bûn sembol û li cîhanê belav bûn. Em jin jî ku me ev têkoşîn ji Xwişkên Mîrabel girtiye, heta roja îro hîn bêhtir mezintir dikin. Îro tê zanîn ku jin, hem li Kurdistanê û Tirkiyeyê hem jî li tevahiya cîhanê bi awayekî fizîkî, di qada, aborî, civakî, siyasî, çandî û felsefî de rastî her cure êrişan tên. Îro jî bi şeweyekî hovanetir êriş tên kirin . Lê li dijî pergala baviksalariyê pêşketinên berxwedana jinan êdî bi awayekî herikbar xwe diguherinin û geştir dibin.”   ‘TOVÊN JIYANEKE NÛ AVÊTIN'   Akinciyê di berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Jin di qada dîroka berxwedanê de cihê xwe digire. Mînaka herî berbiçav, berxwedana jinên Rojavayê ye. Li dijî êrişên DAÎŞ’a xwînmij û devkeftar berxwedaneke bêhempa û dîrokî dan. Tovên jiyaneke nû, hevpar û wekhev avêtin Rojavayê û hemû cîhanê. Îro êrişên hewayî yên leşkerî ku dewleta Tirkiyeyê dibe ser Kobanê, Tel Rifat, Şingal û Rojavayê jî êrişa li ser jiyaneke nû, hevpar û azad e û yekser li dijî nirxên mirovahiyê ye. Em kesên ku di êrişên hemwext de yên li ser Kobanê, Tel Rifat û Şengalê jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazin."   ‘WELAT BI ŞER VE DIMEŞÎNIN’   Piştî daxuyaniyê Parlementera HDP’ê Pero Dundarê jî bertek nîşanê dorpêçkirina polîsan da û wiha got: “Ev yek dagirkirin e. Ev tirs ji bo çi ye? Tirs, raperîna gelan mezintir dike. Ev tirsa we dê raperîna me ya jinan xurttir bike. Em dê li dijî dewleta mêrî liber xwe bidin. Heman hişmendî niha êrişî li Kobanê jî dike. Niha bi çîroka ku li Stenbolê hatiye çêkirin, êrişan pêk tînin. Kujer bi xwe dibêje birayê min di nav hêzên OSO’yê de ye. Dixwazin jinan bikin kujer. Bi vê çîrokê welat ber bi şer ve dimeşînin.”   ÊRIŞA LI SER KOBANÊ ŞERMEZAR KIRIN   Dundarê bal kişand ser dîroka Kobanê û wisa berdewam kir: “Kobanê, DAÎŞ'ê daye sekinandin. Tu hêz nikaribû xwe li ber DAİŞ’ê bigire, lê kurdan lı ber xwe da û ew dan sekinandin. Şoreşa jinê û gelan li wir hat avakirin. Niha jî senaryoyekê ava kirin ku bi vê senaryoyê welatiyên xwe kuştin. Îro jî bi hinceta vê senaryoyê êrişî Rojavayê dikin. Bila civaka tirkan û kurdan ji van derewan bawer nekin. Em êrişa li ser Kobanê şermezar dikin.”   Daxuyanî, bi çepik, tilîlî û berzkirina dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Berxwedana Kobanê” bi dawî bû.