Ber bi 25’ê Mijdarê ve: Em ê bêjin ‘Jin jiyan azadî’ û azad bibin 2022-11-22 16:11:00   NAVENDA NÛÇEYAN – Jinan li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê bi rê ve birin û gotin: “Em xwedî li mûyê porê xwe, mafên xwe û azadiya xwe derdikevin û berxwedanê mezin dikin.”    Jinan li gelek bajaran di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî de çalaki û şahiyên xwe didomînin. Jin li aliyekî banga beşdariya meşên 25’ê Mijdarê dikin û li aliyekî din jî bi armanca piştevaniyê ji jinên girtî re kartan dişînin.    WAN    Di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Wanê bi tevlibûna Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji jinên girtî re kart hatin şandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Wanê Muazzez Orhan û gelek jin tev li çalakiyê bûn.    Kartên li TUHAY-DER'ê hatin amadekirin, bi rêya postê ji jinên girtî re hatin şandin. Hevseroka TUHAY-DER'ê Edîbe Babur li vir axaftinek kurt kir.   ‘EM BI JINÊN GIRTÎ RE NE’   Babur diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin jinên di girtîgehan de kart şandine û wiha got: “Ez dixwazim qertek binivîsim û ji hevalên xwe yên jin re bişînim, ji bo wan piçekî jî kêfxweş bikim û bi wan bidin zanîn ku em bi hestên wan zanin. û bi wan re ne." Babur destnîşan kir ku ji bo azadiya jinê çi ji destê wan bê ew ê bikin û wiha axivî: “Jin li ku dibin bila bibin divê bibin yek, têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber ku ev sîstem dijminatiya jinê ye. Û wê sedsala 21’emîn bibe sala azadiya jinê. Bi azadiya jinê wê cîhan azad bibe. Em ê hemû bi kombûn û gotina 'Jin jiyan azadî' azad bibin."   Parlamenter Muazzez Orhan jî axivî û bal kişand ser girîngiya azadiya jinê û  got: “Em ji bo azadiya jinê têdikoşin û em bi jinên girtî re ne. Têkoşîna jinan wê heta serketinê bidome.”   MÊRSÎN    Komîsyona Jinan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrsînê jî di çarçoveya rêzeçalkiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya komeleyê daxuyanî dan.  Hevseroka ÎHD’a Mêrsînê Zeynep Benlî diyar kir ku tundiya li ser jinan her roja ku diçe zêdetir dibe û bal kişand ser daneyên tundiya li ser jinan ên li Mêrsînê û got ew ê di her şert û mercan de li dijî tundiyê têbikoşin û azadiya jinan pêk bînin.    'EM Ê XWEDÎ LI AZADIYA XWE DERKEVIN’    Meclisa Jinan a KESK’a Mêrsînê jî di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li ber Midûriyeta Perwerdehiya Netewî ya Mêrsînê daxuyanî dan. Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Mêrsînê Dûygû Taner daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê ji bo mafên xwe di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û got: “Têkoşîna jinan li her qadên cîhanê didome. Em bi ruhê berxwedaniya ‘jin jiyan azadî’ li her deverên dinyayê li ber xwe didin. Ji Rojava heta Rojhilat û heta Arjantînê jin li ber xwe didin. Em xwedî li mûyê porê xwe, mafên xwe û azadiya xwe derdikevin û berxwedanê mezin dikin.”