Ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê bang: Wer in em li dijî tundî û şer bimeşin 2022-11-23 10:21:40   ELIH - Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Sonuk ji bo meşa ku dê li Êlihê bi pêşengtiya TJA’yê bê lidarxistin bang kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî tundiya mêr, dewlet û polîtîkayên şer.    Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî, bi roja ye jin li qadan çalakiyan li dar dixin. Fînala çalakiyan jî dê di roja înê de bên kirin. Tundiya mêr û dewletê, betalkirina Peymana Stenbolê, zêdebûna qirkirina jinan, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bikaranîna çekên kîmyewî ji rojevên sereke yên jinan e.    Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Gulistan Sonuk diyar kir ku qirkirina jinan û şer girêdana xwe bi hev heye û wiha got: “Tundiya li dijî jinan roj bi roj zêdetir dibe. Di êrişên li dijî jinan de dewlet tu sînoran nas nake. Yek ji aliyên tundiyê jî şer e. Her guleya tê avêtin, pariyê nan ê gelê hejar kêm dike. Aliyê aborî yê şer, bi xwe re tundiya mêr diafirîne. Fatûreya vê li civakê tê birîn û mêr jî fatûreya vê weke tundî li jinan dibire. Bi vê yekê re tundiya mêr-dewletê derdikeve holê.”     Bi domdarî bal kişand ser êrişên li dijî çand, dîrok û xwezaya Kurdistanê û ev tişt anî ziman: “Konserên hunermendên kurd hatin qedexekirin, qeyûman li bajarên hatine rûxandin ku bi sedan kesan lê jiyana xwe ji dest dan ‘mîhrîcan’ li dar xistin. Xwestin bi van mîhrîcanan çand û zimanê kurdan asîmîle bikin. Tecrîd û îşkenceyên li girtîgehan, talankirina xwezayê û tundiya li ser jinê girêdayî hev in. Tundiya dewletê li dijî her qada jiyanê ya kurdan tê kirin. Dirûşma TJA’yê ya îsal ‘li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinê ye.’ Di vê serdema ku faşîzm zêde bûyî de di her qada jiyanê de tundî heye. Li kêleka me li Îranê bi pêşengtiya dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ şoreşek pêş dikeve û li Bakur jî tundî zêde dibe. Jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin her roj tên binçavkirin û girtin. Her wiha êrişên li dijî Rojava û Başûr didomin.”   ‘RUHÊ KOBANÊ LI SER PÊYA NE’   Sonuk, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şoreşa Rojava ku bo jinan bû çavkaniya hêviyê, di hedefa AKP-MHP’ê de ye. Divê ev desthilatdariye baş bizane ku ruhê Şoreşa Rojava hêj niha jî il ser pêyan e û dê tu carî paşdegavê neavêje. Li dijî van êrişên ji bo tunekirina destkeftiyên jinan tên kirin, jin li qadan li ber xwe didin. Dê ev destkeftî bên parastin û mezinkirin. Ji roja ku TJA’yê starta 25’ê Mijdarê dabû heta niha jin li tax, gund, navçe, bajar û metropolan xebatan dimeşînin. Di xebatan de banga tevlibûna meşên 25’ê Mijdarê hat kirin û di rêbaza têkoşîna li dijî tundiya ser jinê hat nîqaşkirin. Banga me ji bo hemû jinan ew e ku li hemû bajaran tev li meşan bibin. Banga me ji bo jinên êlihî jî ew e ku tev li meşê bibin ku ev yek girîng e.”