Çalakiyên li Cadeya Îstîklalê hatin qedexekirin 2022-11-25 10:44:07   STENBOL – Walîtiya Stenbolê piştî teqînê, çalakiyên weke vekirina stantan, pêşandan, muzîka kolanan û hwd. ên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirin.    Di 13’ê mijdarê de li Cadeya Îstîklalê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê teqînek pêk hat û di encamê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dan û 81 kes jî birîndar bûn. Walîtiya Stenbolê duh “Fermaneke giştî” weşand û ragihand ku bi sedema ewlehiyê hemû çalakiyên weke stant, pêşandan, muzîka kolanê û hwd. ên li Cadeya Îstîklalê qedexe kirine.