Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Têkoşîna jinan nikare were darizandin 2022-11-30 15:40:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TJA’yê û jinên HDP’î ku bertek nîşanî binçavkirina jinan a di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqereyê de dan wiha gotin: “Tu jinên kurd li dijî vê pergalê serê xwe netewand û wê netewîne. Têkoşîna jinan nikare were darizandin.”   Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de li dijî Tevgera Jinên Azad (TJA) bi ser 57 malên li Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Wan, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê de hate girtin. Endamên TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê jî di nav de derbarê 50 jinan biryara binçavkirinê hate dayîn. Lêpirsîn xwe dispêre beyanên şahidên veşartî û eşkere, raporên MASAK’ê û encamên lêkolînên materyalên dîjîtal ên ku berê di serdegirtinan de hatibûn desteserkirin. Heta niha 16 kes hatine binçavkirin.    Binçavkirin û lêpirsîna derbarê jinan de tê birêvebirin, li gelek bajaran hate şermezarkirin.    RIHA   Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê civîna çapemeniye li dar xist. Endamên Meclisa Jinan a HDP’a Rihayê û parlamenterê HDP’a Rihayê Ayşe Surucu û gelek jin tev li civînê bûn. Jinan pankarta “Têkoşîna me ya jinan nikare bê darizandin” vekirin. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu ya di civînê de axivî, bertek nîşanî binçavkirina 16 jinan da û wiha got: “Pergal dijminatiya jinan dike. TJA ji bo guhertina civakê li Tirkiye û Kurdistanê roleke girîng dilîze. Ji ber li dijî komkujiyên jinan têdikoşe di hedefa desthilata AKP’ê û MHP’ê de ye. Ji ber vê hevalên me binçavkirin. Îro bi dehan aktîvîstên TJA’yê di nav çar dîwaran de ne. Ne Ayşe Gokkan ne Leyla Guven ne jî tu jinên kurd li dijî vê pergalê serî netewandin û wê netewînin. Em ê paşve gavê neavêjin.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.    MÊRSÎN    TJA û Meclisa Jinan a HDP’a Mêrsînê bi daxuyaniya li Parka Ozgur Çocûkê da bertek nîşanî binçavkirinan dan. Hevseroka HDP’a Mêrsînê Bedriye Kûş diyar kir ku desthilat dixwaze têkoşîna jinan tasfiye bike, ji ber vê yekê “operasyonên qirkirina siyasî” didomin û wiha got: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî xefika şer a hikûmetê rawestin û ji bo ku pirsgirêk ne bi şer û êrîşkariyê, bi rêyên diyalog û aştiyane werin çareserkirin têbikoşin. Ji bo valaderxistina van hemû lîstikan, derxistina Tirkiyeyê ji nava vî şerî û pevçûnê û ji bo avakirina siberojeke demokratîk, em weke jin amade ne hemû berpirsyariyên xwe bicih bînin.”   MÊRDÎN    Li Mêrdînê binçavkirina jinan li ber avahiya HDP’ê hate şermezarkirin. Polîsan beriya daxuyaniyê avahiya partiyê dorpêç kir. Ji ber dorpêça polîsan esnafên li dora avahiyê jî mexdûr bûn. Piştî ku polîsan beşek ji pêlekana li ber avahiyê vekir, daxuyanî hate dayîn. Yek ji rêvebera Rêxistina HDP’a Mêrdînê Ayşe Bozan wiha axivî: “Jin her tim li girtîgehan, dadgehan, kolanan li ber xwe didin. Jin têkoşîn û berxwedanê mezin dikin. Me çok nedanî em ê nedanin. Em ê şopdarên kesên têkoşîna azadiyê didin bibin, heta ku edaletê pêk bînin û hevalên xwe yên girtî azad bikin em ê li ser piyan bin. Kes nikare zextê li têkoşîna jinan bike. Têkoşîna jinan wê gelan azad bike.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” û “Ne ji jinan re ji kujeran re barîkatan deynin” berzkirin.    ŞIRNEX    Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî di pêşengtiya TJA’yê de li ber avahiya Rêxistina HDP’a Cizîrê daxuyanî hate dayîn. Gelek jin tev li daxuyaniya ku pankarta “Têkoşîna jinan nikare bê darizandin” hate vekirin bûn. Polîsan avahiya HDP’ê dorpêç kirin. Hevseroka HDP’a Şirnexê Sabûha Akdag a di daxuyaniyê de axivî, diyar kir ku armanca desthilatê qûtifandina jinên li ber xwe didine û wiha got: “Bi taybetî tevgera jinên kurd hedef hatiye girtin. Lê tu zext wê nikarin agirê serhildana me ya bilind dibe vemirîne. Em ên neheqî û bêhiqûqiyê qebûl nekin. Bila hevalên me yên hatine binçavkirin demildest bên berdan.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.