Di doza ‘îstîsmara zayendî’ de daxwazên girtinê nehate qebûlkirin 2022-12-02 14:47:50   ŞIRNEX - Di danişîna doza derbarê Cîgirê Midur Bûrak Ercan ê li Lîseya Anatoliya ya Navendî ya Cizîrê îstîsmara zayendî li xwendekaran kir de hatiye vekirin, daxwazên girtinê nehatin qebûlkirin.    Cîgirê Lîseya Anatoliya ya Navendî ya Cizîrê û Nûnerê Egîtîm Bîr-Senê Burak Ercan, di sala 2019’an de li Cizîr a Şirnexê tacîza zayendî li zêdetirî 40 xwendekaran kir. Danişîna 2’yemîn a doza derbarê Ercan de bi sûcdariyên “tacîza bi devkî” , “hewldana îstîsmara zayendî” û “îstîsmara zayendî ya hesan” hatiye vekirin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Di danişînê de parêzerên kesên mexdûr amade bûn, bersûc Bûrak Ercan û parêzerê wî ji Stenbolê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê jî bi ser SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Rêveberên Egîtîm Sen û ÎHD’ê şopandin.     Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de ewilî şahid hatin guhdarkirin. Yek ji şahidan cîgirê midurê dibistanê M.B. îdiakir ku piştî ev bûyer derket holê bihîstî ye.    Yek ji xwendekaran S.T. ku bi ser SEGBÎS’ê hate guhdarkirin bi lêv kir ku faîl Bûrak Ercan beriya niha heqaretên zayendî li hevalekî wî kirine.    ‘ZIRARÊ DIDE DOZÊ’   Pişt re yek ji parêzerên mexdûran Salîh Acar, anî ziman ku ev bûyer di nava civakê de rê li ber hêrsekê vedike û got: “Dirêjbûna dozê bi awayekî psîkolojîk mexdûr westandine. Darizandina sûcdar a bêyî girtinê zirarê dide dozê. Em daxwaz dikin ku îhtîmala zarokên me yên rastî bûyereke bi heman rengî werin, li ber çavan bê girtin û bersûc girtî were darizandin.”   Parêzerên Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê jî xwest bersûc bê girtin.    FAÎL SEROKÊ BAROYÊ HEDEF GIRT   Faîl Bûrak Ercan serokê baroyê kir hedef û îdia kir ku tacîza zayendî li dijî jiyana rojane ya asayî ye û xwest bê beraet kirin. Şandeya dadgehê mudaxile li Ercan kir ku û hişyar kir ku hempîşeyên wan hedef neyên girtin.    Piştî navbereke kurt şandeya dadgehê daxwazên girtina bersûc qebûl nekirin û biryar da ku mexdûr bi zorê di danişîneke din de bên amadekirin û danişîn taloqî 20’î çileyê kir.    22 MEH CEZAYÊ HEFSÊ HATIBÛ DAYÎN    Di doza ewilî hatiye vekirin û di 11’ê adarê de biryar hatibû dayîn de li Bûrak Ercan ji ber “tacîza zayendî” 22 meh û 15 roj cezayê hefsê hatibû birîn.