‘Tekane daxwaza gelê Îranê guherandina rejîmê ye’ 2022-12-13 10:26:56   ENQERE - Parniyan Yeganeh got ku rêveberiya Îranê awayê DAIŞ’ê yê şieyan e û wiha got: “Armanca bingehîn a gel ne refrom lê guherandina rejîmê ye.”    Di serî de çapemeniya welatên rojava, ji destpêka meha kanûnê ve gelek poratlên nûçeyan ên cîhanê ragihandin ku hikûmeta rejîma Îranê hêza “polîsên exlaqê” ku bi qetilkirina Jîna Emînî ketibûn rojevê ji holê rakiriye. Jêderka nûçeyan jî daxuyaniya Serdozgerê Îranê Mohammad Jafar Montazerî dihat nîşandan. Lê bi saetan piştî daxuyaniyê, medyaya dewletê ya Îranê gotinên serdozger derewand.    “Yekîneya Polîsên Exlaqê” ku parçeyeke Hêzên Ewlekariya Komara Îslamî (LEF) ye, di pêvajoya şoreşê ya Îranê de li dijî gel pir zêde tên bikaranîn. Li gorî rapor û belgeyên têkildarî rayedarên rejîma Îranê ku ketine destê çapemeniyê, hêzên ewlekariyê cisareta xwe winda kirine û gelek endamên LEF’ê ji bo teqawidbûna xwe ya pêşwext serlêdan kirine. Gelek aktîvîst û analîstên îranî dibêjin parvekirina agahiya “tunekirina hêzên polîsên exlaqê” beriya greva giştî hatine parvekirin û bi mebesta beşdarbûna protestoyan hatiye kirin. Jinên ku bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn, dan zanîn ku heta rejîma Îranê neyê rûxandin, mimkin nîne ku “polîsên exlaqê” jî ji holê bên rakirin.     ARMANC EW E KU ŞOREŞÊ TÊXIN BIN KONTROLA XWE   Parniyan Yeganeh ku ji ber zextên rejîmê ji Îranê derketiye da zanîn ku hêzên ku biryarê didin hewl didin şoreşê têxin bin kontrola xwe û wiha got: “Lewma jî agahiyên bêbingeh parve dikin. Tu pirsgirêka hêzên rojavayî bi çalakiyan re nîne. Qaşo piştgiriyê didin lê dema peyva şoreşê tê kirin, hizûra tevan jî diçe. Hikûmeta Îranê jî ji bo ku rejîmê zindî bihêle bila her tişta dixwaze bike, sûcan bike û tu bedela vê jî nebin. Lewma rejîm û medyaya rojava çi dibêje bila bibêje, pozîsyona me pir zelal e. Em ne reforman lê guhertina rejîmê dixwazin.”    LI KURDISTANÊ 75 ROJ IN GREV DIDOME   Bi domdarî Yeganeh da zanîn ku greva giştî ya di 5’ê mijdarê hatiye lidarxistin, di dîroka Îranê de mezintirîn grev bû û wiha pê de çû: “Divê dinya vê qêrînê bibihîse û dawî li vê rejîmê bîne. Lê ji bo bidawîkirina şoreşê nûçeyên derew parve dikin. Divê hemû rojnameger beriya ku nûçeyên xwe parve bikin, bila baş li ser bifikirin. Gelo heke çapemenî deng nede dê dîktatorek hebûna xwe çawa bidomîne? Girêdana dersokê ya bi darê zorê di DNA’ya vê rejîmê de heye. Gelê Îranê ji bo tunekirina rejîmê niha bi hemû hêza xwe hewl dide aboriyê bihejîne. Ji bo vê jî grevan dike. Bi van grevan re gel jî birçî dimîne. Ji bo ku ev rejîm birçî bimîne, em xwe jî birçî dihêlin. Niha li Kurdistanê ev 75 roj in grev didome.”    TEKANE DAXWAZ GUHERANDINA REJÎMÊ YE   Di berdewamê de Yeganeh bi lêv kir ku rêveberiya Îranê, awayê DAIŞ’ê yê şîe ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rejîm nêzî Hamaney û Artêşa Mihafizên Şoreşê ya Îranê (IRGC) ye. Hikûmeta Îranê pir nêzî komên terorîst ên li herêmê ye. Li hêla din jî Misilmanên Şîe yên nerm hene. Em van kesan weke reformîst pênase dikin. Ji bo her du koman jî hêzeke girîng e. Hêza xwe bi Îslamê pênase dikin û Îslama Şîeyan ji xwe re kirine nasname. Mixabin ku ev her du kom mîna hev bûne.”   GREVA GIŞTÎ Û BANGA JI BO ROJNAMEGERAN   Yeganeh, bi lêv kir ku tekane daxwazeke çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin heye û wiha bi dawî kir: “Ew jî guherandina rejîmê ye. Em ê destûrê nedin ku avadaniya ji xwe re dibêje muxalefet vê yekê weke daxwaza reformê pênase bike. Gelek raperînên bi daxwaza reforman çêbûn ku me di hilbijartina 2009’an de piştgirî da namzetê reformîst. Dengên me nehatin hilbijartin û ser re jî bi hezaran mirov hatin kuştin. Serokkomarê di raperîna mijdara 2019’an de reformîst bû. Dîsa înternet qut kirin û hezar û 500 kes hatin kuştin. Hikûmet ji kîjan alî be jî rêbazên rejîmê naguherin. Rejîm dikuje, digire û tecawiz dike. Bi hezaran mînakên vê hene. Her kesê ku dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ diparêzer, divê van rêzikan baş bixwîne. Divê em vê carê baweriya xwe bi gelê xwe yê 75 roj in di grevê de bînin. Rejîm dixwaze ku em bala xwe nedin ser greva giştî. Divê ajans û rojnameger bi taybet jî van grevan derxînin pêş. Tekane rojeveke gel heye û ew jî guherandina rejîmê ye. Heke girêdana dersokê ya bi darê zorê were rakirin, dê rejîm bênasname bimîne. Rejîmên totalîter jî bêyî nasname nikarin bijîn. Heke girêdana bi darê zorê ya dersokê rakin, dê neçar bimînin ku di gelek mijaran de guhertinan bikin. Bi vê yekê re jî dê rejîma Îranê êdî rejîmeke îslamî nebe. Li gorî we ma dê tiştekî wiha bike?”