Jinên kurd dê ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava bikin 2022-12-13 16:26:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Serdanên Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Hat ragihandin ku ji bo jinên kurd di bin sîwanekê de bên cem hev, dê “Yekitiya Jinên Kurdistanê” were avakirin.    Serdanên şandeya Platforma Yekitiya Jinên Kurd ên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Di vê çarçoveyê de şandeyeke ji platformê di 11’ê kanûnê de çû serdana başûrê Kurdistanê û ji ewil li Hewlêrê bi rêxistinên jinan re civiya. Şande, duh jî çû serdana Silêmaniyeyê. Serdanên şandeyê îro jî li Silêmaniyeyê berdewam kirin.    Şandeya Platformê îro bi Koma Jinên Azad ku tevahiya aliyên cuda yên başûrê Kurdistanê di nav de cih digrin re civiya. Di encama civînê de hate diyarkirin ku dê “Yekitiya Jinên Kurdistanê” were avakirin. Armanca sereke ya ji vê hewldanê ew e ku jinên her çar parçeyên Kurdistanê di bin sîwanekê de kom bibin da ku bikarin bibin pêşengên gelê kurd û di mijara aştî û yekitiya gelê kurd de xwedî biryar bin.    Têkildarî mijarê Têkildarî mijarê Endama Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) û endama Platforma Yekitiya Jinên Kurd Zînet Dînçer û Têkildarî mijarê endama Polîtburoya Partiya Komunist a Kurdistanê û Koma Jinên Azad Hêja Şêx Silêman bi Rojnewsê re axivîn.    Zînet Dînçer got ku hebûna yekitiya jinên her çar parçeyên Kurdistanê, pir girîng e û ev tişt anî ziman: “Di vê qonaxa hestiyar de yekitiya jinên kurd pêwîstiyek e. Ji ber ku jinên kurd dikarin di nav mala kurdan de aştiyê çêbikin.”    ‘ROLA JINAN GIRÎNG E’    Têkildarî mijarê endama Polîtburoya Partiya Komunist a Kurdistanê û Koma Jinên Azad Hêja Şêx Silêman jî ev wiha got: “Ji bo ku em bikarin di mijarên neteweyî de bi parçeyên din ên Kurdistanê re têkiliyên xurtir deynin, em ê vê yekitiyê ava bikin. Tevlibûna jinan a ji her çar parçeyên Kurdistanê, di mijara bidestxistina azadiya gelê kurd û serxwebûnê de pir girîng e.”