Li Êlihê 7 roj in xeber ji zaroka ku hatiye revandin nayê girtin 2022-12-17 09:05:13 ÊLIH - Hat îdiakirin ku xwendekara dersxaneyê K.A. a 14 salî hefteyek berê ji aliyê G.Y. ku keke wî cerdevane ve hatiye revandin. Malbatê got tevî ku dîmen jî hene keça wan nehatiye dîtin û ew ji jiyana keça xwe bi fikar in.    Hat zanîn li taxa Çamlica ya Êlihê zaroka keçik a bi navê K.A. (14) 7 roj berê dema ji dersxaneyê derdikeve ji aliyê G.Y. (20) ê ku keke wî cerdevane ve tê revandin. Tevî ku bi ser bûyerê ve hefteyek derbas bûye jî lê ev zaroka keçik nehatiye dîtin. Dayika wê Makbûle A. bertek nîşanî nedîtina keça xwe da û bang li rayedaran kir.    TEVÎ KU DÎMEN HENE JÎ NAYÊ DÎTIN   Makbûle A., diyar kir ku di 10’ê kanûnê de keça wê ku ji bo etûtê çûye dersxaneyê pêşiya wê jialiyê G.Y., ve hatiye birîn û wiha got: “Wê gavê pêşî li keça min girtiye û wê revandiye. Ji wê rojê ve em xeber jê nagirin. Cihek me serî lê neda nema. Me serî li ku da gotin ku wê bibînin. Lê belê hefteyek derbas bû hê jî keça min nehatiye dîtin. Her roja ku diçe fikara me zêde dibe. Gelo ji ber ku malbata wî kesî cerdevan e, keça min nabînin? Dîmen heye û diyar e ew kes kî ye. Ez keça xwe dixwazim.”    ‘BI AWAYEKÎ PLANKIRÎ HATIYE REVANDIN’    Makbûle A., anî ziman ku ew ditirsin ku keça wê bi darê zorê were zewicandin û ji bo vê yekê got, “ev dibe îstîsmara zarok.” Makbûle da zanîn ku dîmenên aydê kêliya ku keça wê tê revandin hene û xwest ew kes an jî kesên keça wê revandine tavilê bên dîtin. Makbûle A., diyar kir ku keça wê bi awayek plankirî hatiye revandin û bang li Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî kir û xwest keça wê bibînin.    JI JIYANA WÊ BI FIKAR E   Makbûle A., destnîşan kir ku ew ji jiyana keça xwe bi fikar e û wiha axivî: “Keça min bi zorê revandine. Kêliya ku keça min revandine, dotmama wê li cem wê bûye û her tiştê xwe ji dotmama xwe re digot. Em ê dest ji vê bûyerê bernedin. Bila tiştek wiha neyê serê zarokek din û malbatan. Keça min hê zarok e, ew ne ya zewacê ye.”    MA / Fethî Balaman