Dezgehê jinan ji destê wan digirin 2017-10-09 09:32:06 EDENE - Şaredariya Seyhanê ya CHP'î hemû dezgehên jinan ên li Kolana Çandê ya Ahmet Kalfa rakirin û li şûna wan cafeyan ava dike. Jinan li dijî vê yekê renazîbûnên xwe anîn ziman û gotin: "Em cihê xwe nadin wan."  Şaredariya Seyhan a CHP'î li Kolana Çandê ya Ahmet Kalfa, dezgehê jinan ên ku hunerê destan lê difiroşin rakir û li şûna wan cafeyan ava dike. Jinan li Kolana Çandê bi hezar kedê dezgeh ava kiribûn û hunerên xwe yên destan li vir difirotin û bi van dezgehan debara xwe dikirin. Şaredariya CHP'î dezgehê jinan rakir û li şûna wan cafeyan ava dike. Li kolana ku nêzî 100 jin lê dezgeh danîbûn û debara xwe dikirin, piraniya dezgehan rakirin û gelek jin mexdûr kirin. Jinan diyar kir ku wan bi kedek mezin ev der ava kirine û li şûna şaredarî cihê wan xweş bike, wan ji germ û sermayê biparêze bi temamî dezgehên wan radike û wan mexdûr dike. Jinan da zanîn ku wan xwestiye bi Şaredarê CHP'ê Zeydan Karalar re hevdîtin bikin, lê nekarîbûne hevdîtin bikin û tenê bi zabiteyan re rû bi rû dimînin.    DESTÛR NADIN EM LI VIR BIXEBITIN   Esnaf Tulay Ballica, destnîşan kir ku ew li ser van dezgehan morî, mercan, toqe û hunerên destan difiroşin û wiha got: "Piştî dezgehê me rakirin êdî em nizanin dê çi bikin. Kesî nehat negot me cih ji were çêkiriye êdî li wir bixebitin. Lê em dîsa razîne ku li vir bixebitin. Niha destûr nadin vê yekê jî. Em havînan di bin germê de û zivistanan jî di bin sermayê de xebitîn. Li şûna şertên me baş bikin cihê me ji me destînin. Min bi vê dezgehê zarokên xwe xwedî dikir û debara xwe dikir. Niha ez dê çawa bikim."   'EM CIHÊ XWE NADIN WAN'   Ballica, anî ziman ku li bajarên din şaredariyên din cih didin jinan, lê li vir şaredarî cihê wan ji wan distîne û wiha pê de çû: "Ger ku me ji vir derxin, wê demê bila cihekî din bidin me. Em li vir çi qezenç dikin bila wî pereyî bidin me. Em cihê xwe nadin wan. Em hefteyê 2 rojan tên vir. Em hin rojan 30 û hin rojan jî 100 TL'yî qezenç dikin. Em dixwazin her kes dengê me bibhîze."    ZABITE ŞANDIN SER SERÊ WAN   Esnaf Husniye Kiziltaş jî piştrast kir ku mafê kesî tune wan ji vir derxe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê Heyva Sor (Kizilay) binînin li vir ava bikin. Mafê Heyva Sor tune nanê jinan ji destê wan bigire. Li cihekî wiha dê çawa Heyva Sor ava bikin. Em li vir nêzî 100 jin dixebitin. Dê çawa mafê me ji destê me bigirin. Em rojê 15-20 TL pere qezenç dikin jî em şikiriya xwe tînin. Em dixwazin bi rayedaran re hevdîtin bikin, lê zabiteyan dişînin ser serê me. Rayedar diyar dikin ku dê heta serê salê hemû dezgehan ji vir rakin. Ger ku cihekî din ji me re çênekin em ji vir dernayên."