Başaran: Semra Guzel wê her parlamentera Amedê be 2022-12-22 14:55:54   AMED - Berdevka Meclisa Jinan Ayşe Acar Başaran têkildarî betalkirina parlamenteriya Semra Guzel axivî û got: "Em li ser navê jinan li vir in. Em îro xwedî li vîna wan derdikevin û êrişên li dijî jinan şermezar dikin. Em ji bo ku bêjin hûn nikarin bi girtin, gef, zext û qeyûman paşde gav bi me bidin avêtin, em li vir in."   Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel bi hêceta ku tev li xebatên qanûnçêkirinê yên Meclisê nebûye, Komîsyona Amadekar biryar dabû ku parlamenteriya wê bê betalkirin. Komîsyonê di 8’ê mijdarê de civîn li dar xistibû û biryara betlakirina parlamenteriya wê girtibû. Biryara Komîsyonê li Komîsyona Destûra Bingehîn û Edaletê ya Têkel hat nîqaşkirin. Bi piraniya dengan biryar hat dayîn ku parlamenteriya Semra bê betalkirin. Komîsyonê rapora xwe ya derbarê biryarê de şand Desteya Giştî ya Meclisê û îro biryar tê eşkerekirin.    Meclİsa Jinan a HDP’ê bi beşdarbûna rêveberên MED-DER, TUAY-DER, MEBYADER, hevserokên HDP’ê yên bajêr Gulistan Atasoy, Zeyad Ceylan, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û parlementera HDP’ê Dersim Dag re li ber deriyê avahiya HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê ya li semta Ofîsê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Semra Guzel vîna me ye" hat rakirin.   ‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN BÊHIQÛQIYAN'    Beriya daxuyaniyê Hevseroka HDP’a Amedê Gulîstan Atasoy axivî û got: "Beriya demekê bi awayekî bêhiqûqî îqtidarê dest dirêjî vîna gelê Amedê kir û Semra Guzel hate girtin. Çawa ku wê rojê vîna me xesp kirin îro jî bi heman rengî vîna gel xesp dikin û parlementeriya wê dikin mijara nîqaşê. Em ji vir careke din bang dikin em ê destûrê nedin bêhiqûqiyan. Em ê destûrê nedin ku dest dirêjî vîna me were kirin. Ev bêtehemuliya li hemberî nasnameya gelê kurd eşkere dike. Wê bersiva me li hemberî vê tund be."   XWEDÎDERKETINA VÎNA JINAN    Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî diyar kir ku ew îro li ser navê gelê Amedê, li ser navê gelê kurd li vir amade ne û wiha got: "Em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi riyên demokratik li qadan in. Em îro li ser navê jinên kurd ên ku bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li çar aliyan li hemberî dagirkerên komkujiya jinan, destdirêjî û tecawizê rewa dibînin, li virin. Em li ser navê jinan li vir in. Em îro xwedî li vîna wan derdikevin û êrişên li dijî jinan şermezar dikin. Em ji bo ku bêjin hûn nikarin bi girtin, gef, zext û qeyûman paşde gav bi me bidin avêtin, em li vir in."   'EM Ê TÊK NEÇIN'    Başaran da zanîn wê bi rêya darazê kes nikaribe wan têk bibe û wiha pê de çû:"Tê zanîn di pêvajoya çareseriyê de îktidarê bi destê xwe dawî li hevdîtinan anî û şer da destpêkirin. Çareseriya pirsgirêka kurd jî ji holê hate rakirin.  Ev şer ne tenê fîzîkî bi destê darazê ve jî tê meşandin. Bi qayûman, girtinan, binçavakirinan gotin em ê bi her awayî we û nasnameya we tune bihesibînin. Bi vî rengî gotin ger hûn li dijî biryarên me derbikevin jî em ê we di nava çar dîwaran de dîl bigirin. Ev peyam ji jinên kurd û kesên wekeheviyê dixwazin û kesê têdikoşin re hate dayîn. Lewra wê dîrok careke din bibe şahidê binketina wan. Wê dîrok careke din bibe şahidê serkeftina têkoşîna jinan. Her wiha girtina Semra Guzel jî bi heman rengî bi riya darazê bi awayekî bê hiqûqî pêk hat. Di sîstemek demokratik de gel hildibijêre û parlamenterî nayê xistin. Lewra van êrişên xwe bi riya darazê dixwazin rewa bikin. Ji ber van êrişên xwe îktidarek mehkumî wendakirinê ye li pêşberî me ye. Hewldanên wan çibe û çi rêbazê bi kar bînin wê bi ser nekevin."   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Semra Guzel vîna me ye” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.