Komeleya Jinan a Rosayê: Em berxwedana jinên Kurdistanê û cîhanê silav dikin 2022-12-29 16:26:35   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê ji bo salvegera 4'emîn a damezrandina xwe daxuyanî da û hat gotin ew xwedî li berxwedanên jinên li Kurdistanê û cîhanê derdikevin û berxwedana wan silav dikin.    Komeleya Jinan a Rosayê ku ket sala xwe ya 5'an, li avahiya komeleyê bi armanca salvegera damezrandina xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Jinên endamên komeleyê beşdarî daxuyaniyê bûn û li ser navê jinan Seroka Komeleyê Adalet Kaya daxuyanî xwend.    Kaya diyar kir ku komeleya xwe di 29'ê kanûna 2018'an de ava kirine û ji bo ji demê re bibin bersiv û ji bo ku travmayên di dema OHAL'ê de bi serê civakê ve hatin bêbandor bikin rêxistinbûna jinan xurt kirine.    Adalet Kaya di berfirehiya daxuyaniyê de wiha got:     "Bi têkoşîn û hemû xebatan ligel ku mirov dikare bibêje tundiya mêr-dewletê kêm bûye lê li aliyekî din jî bi rêbazên cur bi cur zêde bûye. Li cihê ku em lê ne qirkirina civakê herî zêde di ser jinan re tê kirin, polîtîkayên şerê taybet jî herî zêde li Kurdistanê jin û zarokan hedef digire.   ŞERMEZARKIRINA ÊRIŞAN    Di sala dawîn de êrişên li hemberî têkoşîna jinê zêde bûne. Me dê îro li vir bi hevalên xwe yên ku 4 sal in em bi hev re ne re li gel muzîkê pîrozbahî bikira û me dê belgesela 'Rosayê' ku derhineriya wê Gulrîz Saglam kiribû temaşe bikira. Lê ji ber ku rêhevalaên me yên kurd di êrişeke terorîst de li Parîsê hatin qetilkirin me bernameya xwe îptal kir. Em xemgîn û bi hêrs in. Em van êrişên li dijî têkoşîna jinên kurd şermezar dikin.    GELO WÊ ÇAWA QANÛNA BINGEHÎN ÇÊKE?    Di sala 2022'yan de jinan li dijî betalkirina Peymana Stenbolê têkoşîna hiqûqî dan meşandin. Îktidara ku mafê jinan binpê dike, dibe sedema kuştina jinan û polîtîkayek ji bo parastina jinan naafirîne gelo dê çawa Qanûna Bingehîn çêke? Parêzvanên mafên mirovan û her wiha jinên ku mafê xwe ya azadiya ramanê pêk anîn an hatin binçavkirin, an hatin girtin û yan jî li kolanan lêdan xwarin. Ev îktidar nikare Qanûna Bingehîn çêke. Kesên ku qanûna bingehîn çêke di serî de jin û civak bi xwe ye.    EM Ê LI DIJÎ HER CURE NEHEQIYAN TÊBIKOŞIN    Di sala 2022'yan de ji hêla dewletê ve li her qadê jin bi şîdetê re rûbirû man. Îsal rojeva herî girîng jî girtîgeh bû. Bi taybetî Garîbe Gezer ji ber şîdetê ber bi întîxarê ve hat xirikandin, pêvajoya hiqûqê ya ku bêehlaqî hat meşandin birînek mezin vekir. Çalakiyên 'Nobetên Edaletê' ya ku di şexsê Aysel Tugluk de ji bo hemû girtiyên nexweş hatî destpêkirin girîng bû. Li Amedê û hemû bajarên kurd lê dijîn ji hêla karmêndên dewletê û hêzên palamîlîter ve fihûş hat pêşxistin, tiryak hat belavkirin û şîdeta zayendî zêdekirin. Dewlet jinên kurd bi sîstematîk hedef digire û polîtîkayên şerê taybet dide meşandin. Ligel kuştina jinan zêde bûye, hejmara mirina bi guman a jinan jî zêde bûye. Em li dijî polîtîkayên bêcezahiştinê pêvajoya hiqûqê dişopînin û têkoşîna xwe didomînin.    SÛCDAR TÊN PARASTIN    Êrişa zayendî ya li hemberî zarokan a bi destê dewlet û cemaatan pêk tê me dît û çawa li ser bûyeran tê girtin jî me dît. Ev mijar bi axaftina jina ku di 6 saliya xwe destdirêjî lê hatiye kirin derket holê. Peymana Lanzarote, li dijî êrişa zayendî ya li hemberî zarokan hatiye îmzekirin lê belê ev peyam jî wek Peyman Stenbolê bi rakirinê re rûbirû ye. Li Amedê di dozên êrişa zayendî de me dît ku sûcdar çawa bi gotina ‘daxwaza biçukan heye' bereat dikin. Ev tişt nîşanî me dide ku hemû mekanîzmayên dewletê çawa nêzî bûyerên destdirêjiyê dibin. Gotina 'zarok û daxwaz' nîşaneya zîhniyeta tecawizkaran e.    DIXWAZIN JINÊN TÊKOŞER BITIRSÎNIN    Bi sala ne em li dijî vê zîhniyetê têdikoşîn. Her wiha jinên ku li dijî vê yekê têdikoşîn bi tacîza daraz û polîsan re rûbirû dimînin. Bi binçavkirin û girtinan dixwazin têkoşêr û parêzvanên mafên jinan bitirsînin. Rojnamegerên ku zîhniyetê teşhîr dikin jî tên girtin. Ligel zext û zordariyan jin dîsa li qadan, li kolanan û eywaneyên dadgehê têkoşîna xwe mezin kirin. Di sala 2022'an de polîsan êriş bir ser çalakiyên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê. Dora çalakvanan hatin dorpêçkirin û çalakiyên jinan hatin astengkirin. Lê belê em her hebûn û em her li qadan bûn.    JIN JYAN AZADΠ   Herî dawiyê em dixwazin silavên xwe ji jinên Îranê û Efganîstanê re bişînin. Bi pêşengiya jinên kurd serhildan dest pê kir û wek şoreşek berdewam dike. Îro li tevahiya cîhanê jin bi heman hestê dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ mezin dikin û veguhestin felsefeya jiyanê. Li ku derê jinek rabe ser piyan, hemû jin radibin ser piyan. Em xwedî li berxwedana jinên Kurdistanê û yên cîhanê derdikevin û silav dikin. Jin jiyan azadî."