Başaran: Em ê desthilata ku dijminê jinane têk bibin 2022-12-30 15:35:38 AMED - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku tevî hemû êrişên di sala 2022'yan paşve gav neavêtin û wiha got: "Em ê li dijî êrişan bersiva xwe ya herî xurt di sala 2023'yan de bidin, sala 2023'yan wê bibe sala ku em ê desthilata dijminê jinan têk bibin." Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran derbarê rojevê de li Buroya Şêwrê ya Navenda Giştî ya DBP'ê ya li Amedê daxuyanî da çapemeniyê.    Başaran bi lêv kir ku sala 2022'yan ji bo jinan bi zehmet û bi têkoşînê derbas bû û wiha got: "Ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn li her çar aliyên cîhanê rejîm jî nesekinîn. Rejîm û desthilatan êrişî jinan û gelan kirin. Her wiha şer kûr kirin. Hêzên Navneteweyî şerê li Rojhilata Navîn hîn mezintir kirin û bi vî rengî xwestin mezin bibin."   'DIRÛŞMEYA JIN JIYAN AZADÎ LI CÎHANÊ BELAV BÛ'   Başaran, anî ziman ku geşedanek ya herî girîng a îsal jî serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir û wiha berdewam kir: "Dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' li cîhanê belav bû. Dîsa li Efganîstanê jî jinan li dijî Talîban li ber xwe dan. Her wiha li Hîndîstan, Amerîka û Şiliyê jî desthilatên mêr xwestin rejîmên xwe bi sazîbûnê xurt bikin. Têkoşîna jinan jî veguherî têkoşîneke enternasyonalîst. Di şexsê jinên li Rojhilata Navîn dirûşmeya jin jiyan azadî berz kirin de jinan li Rojava jiyaneke nû honandin. Em van jinan bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku wê îtirazên me û raperîna me saleke nû ava bike. Em bi vê yekê wan silav dikin."   ‘ÎSAL HERÎ KÊM 310 JIN HATIN QETILKIRIN’   Başaran a diyar kir ku li cihanê hikûmetên serdest ên mêr hewl didin bi zor û zextan li ser lingan bisekinin, da zanîn ku li Tirkiye û Kurdistanê jî ji vê cudatir rewşek din nîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilata AKP'ê û MHP’ê bi şer destkeftiyên jinan hertim û her saniye hedef digire. Destekftiyên jinan ku di nava vê salê de bi ked û têkoşînek mezin dan di hedefa tifaqa AKP'ê û MHP'ê de ne. Di vê pêvajoyê de bi gotina yek mêrî ve Peymana Stenbolê paşve hat kişandin. Ev Peymana Stenbolê ne bi tenê li Tirkiyeyê, li hemû cihanê ji bo pêşiya tundiya li dijî jin, zarok û LGBT+’an bê girtin ku evqas bi qîmet e pergala serdest a mêr ragihandin ku ji peymanê paş ve kişiyane û careke din bi vê yekê polîtîkayên dijminatiyê yên li dijî jinan kirin meriyetê. Em dizanin ku cesareteke mezin didin mêrên ku li dijî jinan provoke dikin, her roj jinan dikin hedef û pergala ‘bikûjim jî ez ê çend salan rakevim û derkevim’ di nava civakê de bi cih dikin. Mixabin ji ber van polîtîqayan di nava vê salê de herî kêm 310 jin di encama tundiya mêr de hatin qetilkirin. Desthilat mêran bi bêcezabûnê xelat kir. Jinên ku bi tundiyê re rû bi rû man ji rayedaran tu alîkariyê negirtin. Ji ber bi zimanê xwe yê zikmakî nekarî alîkariyê bigirin carekedin vegeriyan cihê tundiyê. Her wiha ji aliyê medyaya alîgir ve jinên ku hatin qetilkirin bi zimanekî zayendperestî wek sûcdar hatin nîşandan.”   ‘DESTHILATÊ DÎT KU JINAN SERÎ NETEWAND’   Başaran, gotina jinan a “Em ê kesek din jî kêm nebin” bi bîr xist û got di 25’ê Mijdarê de daketin qadan û kolanan. Başaran, bi lêv kir ku jin di 25’ê Mijdarê de jî bi tundiya polîsan re rû bi rû man û wiha pê de çû: “Jin rojek wekî di 25’ê mijdarê de bi tundiya dewletê re rû bi rû man. Milên jinan hatin şikandin û di bin çavan de bi tacîzê re rû bi rû man. Lê belê jin ligel hemû êrişan jî ji qadan paş ve gav neavêtin. Desthilatê îsal jî dît ku jinan serî netewand. Dîtin ku jin dê tu carî gav paşve navêjin.”      ‘TEVÎ HEMÛ ÊRIŞAN JIN PAŞ VE GAVÊ NAAVÊJIN’   Başaran, destnîşan kir ku ji aliyekî destkeftiyên jinan û li aliyê din jî têkoşîna rêxistinkirî ya jinan hedef hatiye girtin û wiha lê zê kir: “Ji Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin re doz hat vekirin. Platform li dijî komkujiya jinê têdikoşe û li şûna dewletê daneyên komkujiya jinê parvedike. Derbarê vê mijarê de doza girtina platformê hat vekirin. Bi aweyekî sîstematîk êriş birin ser Tevgera Jinên Kurd (TJA). Ber bi dawiya salê ve aktîvîstên TJA’yê, hevalên me yên ku têkoşîna jinê dimeşandin hatin girtin. 8 hevalên me yên TJA’yê ku hatin girtin jî li dijî rejîma pergala mêr a serdest, yek kes, mîlîtarîst li ber xwe didan û dixwestin perspektîfa azadiyê bihûnin. Em dizanin ku ev peyam ne tenê li dijî hevalên me hat dayîn, desthilat ji me re dibêje ‘netêbikoşin.’ Dibêjin ‘serî li ber derewên me bitewînin. Li malê ji mêr re, li derve jî ji dewletê re îteatê bikin û paşve gav bavêjin û pêşengiyê nekin’. Lê em vê tiştê baş dizanin ku hevalên me Sebahat, Ayla, Gulten, Bedîa û hevalên me yên ku dîl hatine girtin li dijî operasyonên êrişkar, binçavkirin û girtinan paşve gav naavêjin. Li eywanên dadgehan de pergala serdest a mêr didarizînin û bi ser bilindî disekinin.”   ‘ÊRIŞÊN WAN DIDOMIN’   Başaran, di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Desthilat ligel jinên ku têkoşer, jinên ku pêşengiyê dikin jî hedef girtin û ev tişt berdewam kir. Partiya me ku temsiliyeta jinê li Meclisê zede kiriye; li herêmî jî temsiliyeta jinê zêde kir. Em dizanin ku kesên ku pêşengiya siyaseta demokratîk jî di vê pêvajoyê de  hedef hatin girtin. Hevala me Semra Guzel ji aliyê Wezîrê Karê Sûcê ve hedef hat girtin. Lê belê wêneyên Wezîrê Karê Sûc bi hemû tacîz, tecawiz û baronên hişbirê re derketin holê. Di encama manîpulasyonê destnedayîna wê hat rakirin, di dema binçavkirinê de xwestin serê wê bitewînin. Lê belê hefteya borî bi dengên wekîlên AKP'ê û MHP'ê re wekîltiya hevala me Semra Guzel hat betalkirin. Bi van têr nabin û êrişên xwe bi dozên kumpasê didomînin. Doza Kumpasê ya Kobanê didome. Hefteya borî li dijî DBP’ê operasyon hat kirin. Hevserokê me yê Giştî Keskîn Bayindir û gelek hevalên me hatin girtin.   TÊKOŞÎNA ME YA JI BO DENÎZ POYRAZ DÊ BIDOME   Em gelek baş dizanin ku desthilat di sala 2022’yan de bi van têr nebû. Dema ku sûcên desthilatê em bikin rêzê dê heta Enqereyê biçe û em di saleke wisa de jiyan. Desthilat ji jinan, kedkaran, xebatkaran, ciwanan re dibêje siyasetê nekin an em ê we jî wisa hedef bigirin. Lê belê em ê li dijî van têbikoşin û dê ev têkoşîn bidome. Mînaka êrişên kumpasê yek jî li avahiya me ya Îzmîrê Denîz Poyraz a ku hat qetilkirin û doza wê li Îzmîrê didomiya. Doz pêşî ji Girtîgeha Şakranê hat revandin. Di doza dawiyê de destur nedan ku parêzer, parlamenter, serokên baroyan, Serokê TBB’ê bişopînin. Ev dosya ji gel hat revandin. Em gelek baş dizanin ku ji ber çi hat revandin. Ji ber ku wê komkujiyê bi tenê kesekî nekir. Ji bo ku hêzên pişt vê komkujiyê veşêrin ev doz revandin Şakranê. Ji gel û parêzera hat revandin. Hêzên pişt kujerê hevala me ya Denîz Poyraz ji bo ku derbikevin holê dê têkoşîna me bidome.   DIJMINATIYA DESTHILATÊ YA LI DIJÎ JIN Û KURDAN   Encamên dijminatiya li dijî jin û kurdan a desthilata AKP'ê û MHP'ê em li derveyî welat jî dibînin. Pêşî di şexsê Nagîhan Akarsel de hemû hevalên xwe yên têkoşer bibîrtînin. Nagîhan li Silêmaniyê bi 11 guleyan hat qetilkirin. Hefteya borî jî li Parîsê 3 kurd li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya hatin qetilkirin. Bi dehan caran me anî ziman. Li Parîsê heman qetlîam salên borî pêk hatibû. 3 jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez li navenda herî mezin a Ewropayê 10 sal beriya niha hatin qetilkirin. Heke faîl bihata girtin û darizandin îro ev qetlîam jî pêk nedihat. Me bang li hikûmeta Fransayê kiribû û em carek din bang li wan dikin. Heke hûn dibêjin li hemberî kurdan êriş pêk hatiye divê ne têtikkeş divê kesên pişt perdeyê derxin holê.    EM Ê BI RÊXISTINBÛNA XWE BERSIVÊ BIDIN DESTHILATÊ   Rayedarên Tirkiyeyê her tim derbarê her mijarê de daxuyaniyan didin lê belê di vê mijarê de heta niha tu bertek nîşan nedaye û ev tişt balkêş e. Me ev tişt di qetilkirina Denîz Poyraz û qetlîama borî ya Parîsê de dîtibû. Ev tişt nîşan dide ku Tirkiye li ku ye. Mixabin kurd di her pêvajoyê de bi taybetî jî jinên kurd li Kurdistan û li tevahiya cîhanê dibin hedef. Li hemberî vê peyama ku didin jinên kurd em ê bi berxwedan û mezinkirina rêxistinbûna xwe bersiv bidin desthilatê.     ÊRIŞÊN ZAYENDÎ YÊN LI DIJÎ ZAROKAN ZÊDE DIBIN   Zêdebûna êrişa zayendî ya li hemberî zarokan mohra xwe li sala 2022'yan xist û ev tişt bi tifaqa AKP'ê û MHP'ê pêk hat. Tiştên ku li Weqfa Hîranûrê pêk hatî bi rojan li Tirkiyeyê hat nîqaşkirin. Em dizanin ku ev bûyer bûyereke ne munferît e. Lê belê îro em dizanin ku bi dehan bûyerên bi vî rengî hene ku derneketine holê. Ji ber bêcezabûnê îro li dibistan, cemaat, tarîkatan êrişên zayendî yên li hemberî zarokan zêde dibin. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya sala 2018'an Tirkiye di êrişa zayendî ya li hemberî zarokan de li cîhanê di rêza 3’yan de cih digire. Ev daneyek pir xeter e. Di sala 2022'yan de heta îro 440 hezar zarok di encama êrişa zayendî de hatin dinê. Di nav de 440 zarokan zarok anîn dinê. Wezareta Malbatê ya wê demê gotibû 'Ji carekê tiştek nabe' ew tabloya xeter derxist holê. Ji bo Weqfa Hîranûrê jî heman nêzîkatî hat nîşandan û gotin '2 sal in agahiya wan ji vê bûyerê heye'. Dîsa yên ku bûn hedef em bûn û êrişî jinên têkoşer kirin.    VÎNA ME YA ÇARESERIYÊ HEYE   Li Êlihê zarokek 14 salî hat revandin û me ji Wezareta Xizmetên Civakî ya Malbatê pirsî û bersiva ku hat dayîn mirovan matmayî dike. Zarokek hatiye revandin û xetereya kuştin û destdirêjiyê heye lê wezaret dibêje em ne berpirs in. Li Sêrtê jî bûyereke êrişa zayendî pêk hat û heta niha kesek nehat binçavkirin û girtin jî. Me dîsa ji wezaretê pirsî û dîsa gotin em ne berpirs in. Em carek din bang li wezaretê dikin ku heke hûn welatiyan naperêzin erka we çiye. Tenê kulek we heye ev jî rûniştina li ser kursiyên Meclİsê ye. Heke hûn nikarin çareser bikin, bihêlin em çareser bikin. Vîna me ya çareseriyê heye.    Di sala 2022'yan de bêtir xizanî zêde bû û siyaseta ku mêr dimeşîne carek din bûdçeya heyî da şer, faîz û randê. Di vê pêvajoyê de jin bêtir xizan bûn. Hejmara bêtaliya jinan zêdetir bû û jin di karên bê ewle û bê qeyd de xebitin.    POLÎTÎKAYÊN TECRÎDÊ BI XWE RE ŞER XIZANÎ Û CUDAKARIYÊ TÎNE   Di bingeha van pêvajoyan de polîtîkayên tecrîdê heye. Bi mehan e ji Birêz Ocalan agahî nayê girtin. Polîtîkayên tecrîdê bi xwe re şer, xizanî û cudakariya civakê tîne. Ji ber vê sedemê bi rojan e hevalên me yên parlamenter li ber Wezareda Dadê nobetê digirin. Hevserokên Giştî yên Partiya me, Berdevka partiya me, Hevserokên Giştî yên DBP'ê di vê pevajoyê de ji bo hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bînin serî li Wezareta Dadê dan. Em ê çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê bidomînin.    Piştî 48 saet şûnde em ê bikevin sala nû. Sala 2023'yan dê bibe 2'yemîn sedsala Komara Tirkiyeyê. Di vê sedsalê de jin, kurd û hemû gelan li dijî desthilata qirker têbikoşîn û armanc bikin ku jiyaneke nû biafirînin. Sala 2022'yan salek bi têkoşîn bû dê sala 2023'yan jî bibe sala serkeftinê."