Li Silêmaniyê bi dehan zilam êrişî jinekê kirin 2022-12-31 13:24:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyê jinek jî beşdarî pêşbaziya wesayît û motosîkletan bû. Bi dehan mêrî êrişî vê jinê kirin.     Her sal li taxa Hîwan a bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê peşbaziya wesayît û motosîkletan tê lidarxistin. Jinek ku xwest tev li pêşbaziyê bibe, nêzî sed mêrî êrişî vê jinê kirin. Bi dehan zilam dixwazin jina ku dixwaze tev li pêşbaziyê bibe dûr bikin û gotinên cinsî lê dikin.    Li ser medya dîjîtal dîmenên kêliya êrişa li dijî vê jinê hatin belavkirin û di dîmenan de tê xuyakirin ku gelek zilam bi pehînan lê didin. Gelek zilam jî li wir vê êrişê wek kêfxweşiyê dibînin û hin zilam jî vê kêliyê bi telefonên xwe dikişînin.    Gelek bikarhenerên medya dîjîtal li ser hesabên xwe dîmen belav dikin û nerazîbûnek zêde li dijî van dîmenan heye.    ‘ÊRIŞA LI DIJÎ JINAN CIWAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’    Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwas Fayeq li ser hesabê xwe Twitterê têkildarî êrişê daxuyanî da û got: “Ev ‘zilam’ bi awayek hovane êrişî jina ciwan dikin. Ev jina ciwan jî mîna her kesî dixwaze tev li pêşandana wesayît û motosîkletan bibe. Îktidarek siyasî û civakek ku hê nikare zîhniyeta vê êrişê bişikîne, tavilê mirinê heq dike.”    Hevjîna Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd, Şanaz Îbrahîm Ehmed jî êrişê şermazar kir û wiha got: “Ez tundiya li dijî jina ciwan bi tundî şermezar dikim. Êrişa li dijî jinan nayê qebûlkirin. Divê tavilê êrişkar li ber hiqûqê hesab bidin. Divê êriş tavilê bê lêkolînkirin û hemû kiryar bên girtin.”    Berdevkê Midûriyeta Asayîşê ya Silêmaniyê Aso Şêx Teha jî daxuyanî da çapemeniyê û ragihand ku 16 kesên tev li êrişê bûne kirine binçavan û têkildarî bûyerê lêprisîn berdewam dike.