Jinek li Tarsûsê hate qetilkirin 2023-01-13 10:55:04 MÊRSÎN - Jina bi navê Emîne E. li Tarsusê ji hêla hevjînê xwe ve hate qetilkirin.    Jina bi navê Emîne E. (42) li Kolana 1001 a Taxa Çaglayan a Tarsus a Mêrsînê rastî êrişa çekdarî ya hevjînê xwe Mehmet E. hat û bi giranî birîndar bû. Mehmet E. piştî êrişê ji cihê bûyerê reviya. Li ser agahdarkirina welatiyan, komên polîs û xebatkarên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Emîne E. ku dayika 2 zarokan e û bi giranî birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tarsusê. Tevî hemû hewldanan jî Emîne E. jiyana xwe ji dest da.    Mehmet E. ku ji cihê bûyerê reviya bû, ji hêla polîsan ve hate binçavkirin.    Lêpirsîna têkildarî bûyerê didome.