Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne 2023-01-16 09:00:48   RIHA - Emîne Şenyaşar ji bo danişîna ewil a doza “komkujiya nexweşxaneyê” ku sibê bê lidarxistin got: “Heke zext çêbibe, dibe ku edalet pêk were û kurê min bê berdan. Hêviya min di hatina we de ye.”    Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de beriya Hilbijartina Giştî, xizm û parêzvanên parlamentere AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana Malbata Şenyaşar kiribûn û êrişê li ber nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dewam kiribû. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de Haci Esvet Şenyaşar û lawên xwe Fadil û Adil Şenyaşar hatibûn qetilkirin. Çalakiya Nobeta Edaletê ku Emîne Şenyaşar, bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin didome. Danişîna ewil a dozê ku têkildarî dosyaya “nexweşxaneyê” hatiye destpêkirin wê sibê (17’ê çileyê) were lidarxistin.   Di doza ku ji bo 19 bersûcên kuştina her sê ferdên malbatê û birîndarkirina Ferît Şenyaşar û Mehmet Şenyaşar de cezayê girtîgehê tê xwestin de, tê payîn ku dosya dê bi dosyaya "cihê kar" re bibe yek.   Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku 679 roj in li ber Edliyeya Rihayê têkoşîna edaletê didin, ji bo danişîna dozê ku wê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirin.    EMÎNE ŞENYAŞARÊ BANG LI JINAN KIR    Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku danişîn wê sibê were lidarxistin û Fadil Şenyaşar 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Şenyaşar, bang li her kesê kir ku xwedî li dozê derkevin û wiha got: “Heta niha hemû jin xwedî li me derketin. Bila li dadgehê jî xwedî li me derkevin. Bila herkes ji her derê were dadgehê. Heke zext çêbibe belku edalet bi cih were û kurê min were berdan. Hêviya min di hatina we de ye.”    ‘LI NEXWEŞXANEYÊ MIROV NAYÊN KUŞTIN’   Şenyaşar a destnîşan kir ku du sal in ji bo edaletê têdikoşin, xwest ku bi vê dozê edalet bi cih were û wiha berdewam kir: “Bila kurê min berdin em jî biçin mala xwe. Ev hikumeteke çawa ye. Rastiya vê dewletê nîne tenê zilm dike. Kesên ku malbata min qetilkirin digerin, kurê min jî girtî ye. Êdî bes e bila ev zilm bi dawî bibe. Bila kujer bên cezakirin. Zarokên min û hevjînê min kuştin. Ez dixwazim hemû bên girtin. Li nexweşxaneyê mirov nayên kuştin, qeyd nayên tunekirin. Nexweşxaneya komkujî lê hate kirin di rojekê de nayê boyaxkirin. Ev dewleteke çawa ye? Êdî bes e bila kurê min were berdan û bila kesên ku ev komkujî pêkanîne jî bên girtin.”   ‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Ferît Şenyaşar ê ji êrişan birîndar xelas bûbû jî wiha got: “Qetilkirina mirovên bêparastin a li nexweşxaneyê, qetilkirina bi lînckirinê li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin; di holê de sûcekî siyasî heye. Divê herkesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im tev li vê dozê bibin. Em bang li hemû baroyên Tirkiyeyê dikin. Baroyên herêmê doza me dişopînin. TBB doza me dişopîne. Rêxistinên hiqûqê doza me dişopînin. Daxwaza me edalet e. Em hemû kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê edaletê pê bê vedixwînin danişîna ku dê sibê were lidarxistin.”   MA / Mujdat Can