Keskîn: Cihê şanaziyê ye ku xelatên Olof Palme layiqî jinan hatiye dîtin 2023-01-21 09:01:13   STENBOL - Ji sê parêzvanên mafên mirovan ên layiqî Xelata Olof Palme hatin dîtin Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, bi lêv kir ku cihê şanaziyê ye ku her sê xelat jî layiqî jinan hatiye dîtin.    Îsal li Xelata Olof Palme ku ji sala 1987'an ve li Swêdê tê dayîn, layiqî sê jinan hat dîtin. Ji Ûkraynayê derûnnas Marta Chumalo, ji Îranê rojnamevan û parêzvana mafên mirovan Narges Mohammadî û ji Tirkiyeyê jî Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskînê layiqî xelatê hatin dîtin.    Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Parêzer Eren Keskînê got ku cihê şanaziyê ye ku ev xelat layiqî sê jinan hatiye dîtin.    OLOF PALME JI BER KU AŞTIYÊ DIPARAST HAT QETILKIRIN   Keskînê bi bîr xist ku Palme di sala 1986'an de bi siûqestekê hatiye kuştin û ev cinayet hê jî nehatiye zelalkirin. Keskînê ji bo Palme wiha got: "Pêşengekî cîhanê bû ku her tim aştî û bêçekkirin diparast. Ev têkoşîna wî gelek hêzên emperyalîst û monopolên çekan nerihet dikir. Ez wisa difikirim ku ji ber vê hat qetilkirin. Kesekî pir girîng bû."    SÊ XELAT Û SÊ JIN   Keskînê bal kişand ser xelatên hatine dayîn û got ku ji ber ku her sê xelat jî jinan wergirtiye ev cihê şanaziyê ye. Keskîn di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: "Ji lew re li van her sê erdnîgariyan jî; çi Ûkrayna, çi Îran û çi jî Tirkiye û Kurdistan, şer didome û mafên mirovan tên binpêkirin. Girîng e ku ev xelat layiqî têkoşîna jinê hatiye dîtin."    Keskînê destnîşan kir ku mexdûrên sereke yên hemû şeran jin û zarok in û got ku têkoşîna jinan a ji bo aştiyê jî gelekî girîng e. Keskîn wiha domand: "Li seranserê cîhanê ên bi awayekî çalak li dijî şeran têdikoşin, tevgerên jinan e. Ên bedêlê didin jin in. Jin hem li dijî pergala serdest a mêrî hem jî li dijî şer têdikoşin. Li hemû erdnîgariyan jin bêyî ku serî bitewînin têdikoşin."    XELAT BÛN SEMBOLA JINÊ   Keskîn bi lêv kir ku li Îranê piştî ku Jîna Emînî ya kurd ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hatiye qetilkirin têkoşîna jinê li seranserê cîhanê gihaştiye asteke din û got: "Ger hûn niha ji min bipirsin sembola têkoşîna jinê çi ye? Dê Jîna Emînî û 'jin, jiyan, azadî' bê bîra me. Ev jî hêza jinê nîşan dide. Îro ro dirûşmeya 'jin, jiyan, azadî' li seranserê cîhanê bûye gotina aştiyê. Lewma komîteya ku xelat da jî bandor ji vê girtiye. Em têkoşîna her di hevalên xwe yên jin û aktivîst jî wekî têkoşîneke derî sertewandinê dibînin. Jixwe hevala me ya jin a li Îranê di girtîgehê de bû. Ez ne şaş bim hatiye berdan. Ez jî ew kes im ku 26 sal û 9 meh ceza lê hatiye birîn û şeş sal in nikarim derkevim derveyî welêt. Aktivîsta jin a li Ûkraynayê jî parêzvana mafan e û jineke ku bedêlên giran daye."    XELAT HELWESTEK E   Keskînê bilêv kir ku heya niha aştiyê û bêçekkirinê parastiye û di pêvajoyeke wisa de dayina xelateke bi vî rengî wekî helwesteke li dijî hêzên emperyalîst nirxand.    CIHÊ ŞANAZIYÊ YE   Keskînê di dawiyê de destnîşan kir ku xelatên bi vî rengî atmosferên şer berbiçav dikin û got ku cihê şanaziyê ye ku her sê xelat jî layiqî jinan hatiye dîtin.    MA / Esra Solîn Dal