Dayika Aştiyê Pehrûze Ergîn jiyana xwe ji dest da 2023-02-12 16:52:55 ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Pehrûze Ergîn krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.  Dayika Aştiyê Pehrûze Ergîn (61) ku di sala 1993’yan de ji ber zextên dewletê tevî malbata xwe ji Silopiya ya Şirnexê koçî Îzmîrê bûbû, şevê din jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku Ergîn şevê din li mala xwe ya li navçeya Konakê krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Cenazeyê Ergîn dê li Silopiyayê bê definkirin û bi rê ket.