‘Rûyê rast ê dewletê hat dîtin' 2023-02-23 09:13:22   STENBOL - Endama EKA'yê Delal Erol diyar kir ku gelê Antakyayê bi hêrs e û got ku di xebatên alîkarî û piştevaniyê de rûyê rast ê dewletê hatiye dîtin.    Jinên Kedkar (EKA) û Platforma Yekitiya Têkoşînê, madenvan, avahîsaz û tenduristkar jî di nav de 40 kes şandin navçeya Antakya ya Hatayê ku di erdhejê de hilweşiya. Kom, li Antakyayê hem kesên di bin kavilan de xelas dikin hem jî ji bo cebirandina birînan alîkariyên xwe didomîne. Endamên EKA û platformê ku 2 hefte ne li herêmê ne, destnîşan kirin ku heya birînên gelê herêmê necebirînin dê dest ji herêmê bernedin.    Nûnera EKA'yê Delal Erolê behsa xebatên koma ku şandine herêma erdhejê kir û çavdêriyên xwe yên li herêmê ragihandin.    ‘TÎMÊN PROFESYONEL TUNE BÛN'   Erol, anî ziman ku çawa pê hesiyane erdhej çêbûye di cî de berê xwe dane Antakyayê û got ku şandeya ku ava kirine piranî jê antakyayî bûne. Erolê bilêv kir ku gava gihîştine herêmê bi rûxandineke mezin re rû bi rû mane û ev tişt ragihandin: "Çawa em çûn, em bi tîmên lêgerîn û rizgarkirinê re xebitîn. Ev tîm, tenê ji çend mirovên ji derdorê gihabûn navçeyê pêk dihat. Tîmên taybet tune bûn. Hema bibêje em bêyî ekîpman li na kavilan li mirovan geriyan. Gava dinya tarî dibû, em ji bêgavî vedigeriyan. Ji lew re ekîpmanên me yên profesyonel tune bûn. Mesela ronahiya me tune bû, ji bo xebata bi şev amûrên me pir kêm bûn. Me karbeşî kiribû. Hevalên me yên avahîsaz û madenvan di nav kavilan de dixebitîn, hevalên me yên tenduristkar jî birînên birîndaran pansûman dikirin. Hin ji me jî bajêrê bûbû sergo paqij dikir."   HÊRSA GEL   Bi domdarî Erol anî ziman ku di 3 rojên ewil ên erdhejê de tu alîkariyeke saziyên dewletê çênebûye û got ku di wî 3 rojî de gel xwe bi xwe seferberî îlan kiriye. Erol, bilêv kir ku ew jî daxilî nava alîkariyan bûne û got ku ewilî bê lepik daxilî xebatên nava kavilan bûne û bi destê tazî kavil kolan e. Erol, di berdewamê de wiha got: "Di vê pêvajoyê de dewletê gelên herêmê bi mirinê re rû bi rû hişt. Tişta hat serê mirovan ev qasî êşbar bû. Gel ji ber tevdîrgirtina dewletê, ne şandina alîkariyan û ji ber mudaxileyeke dereng pir bi hêrs e."    LI BER ÇAVÊ DEWLETÊ MIROV!   Erol, da zanîn ku şandeya wan heya niha ji sedî 80'yê Antakyayê geriyaye û got ku bi çavê xwe dîtine ku li ber çavê dewletê tu qîmeta gelên herêmê û candaran tune ye.    Di berdewamê de Erol anî ziman ku xebatkarên dewletê di rojên ewil ên erdhejê de xebatkarên dilxwaz asteng kirine û wiha dom kir: "Di rojên ewil de nikaribûn tiştekî wiha bikin. Ji lew re ew bi xwe jî pir hindik bûn." Erol, diyar kir ku paşê çeteyên faşîst ên sivîl ber bi herêmê ve hatine şandin û li hemberî rêxistibên çep û sosyalîst pêvajoyeke serî hatiye destpêkirin.    REWŞA JINAN Û ZAROKAN   Erol, destnîşan kir ku ewil jin û zarokan bandor ji erdhejê girtiye û got ku li herêmê jin nikarin amûrên paqijiyê bi dest bixin. Erol, axaftina xwe wiha qedand: "Ew herêmê, herêmeke ku pergala baviksalariyê ya 5 hezar salî hê jî lê xurt e. Jin hê jî ji ber hin tabûyên civakî nikarin xw ebaş bînin ziman. Mesela, jinên reglbûyî fedî dikirin pedan bixwazin. Her wiha tê gotin li herêmê 25 hezar jin ducanî ne. Ji bo van jinan divê rêbazên kontrolkirina ducaniyê hebin. Divê em demeke dirêj li herêmê bixebitin."