Jinên TJA'yî û HDP'î serdana mexdûrên erdhejê kirin: Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin 2023-03-04 20:00:01   DÎLOK - Jinên TJA'yî û HDP'î ku li Islahiye û Nûrdaxiyê serdana jinan kirin, peyama "Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin" dan. Her wiha TIR'ên Mor ên çûn gundan, ji bo jinên mexdûrên erdhejê hatin valakirin.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) nêzî sed jin, piştî daxuyaniya bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya li navenda koordînasyona krîzê ya li Islahiyeyê hat dayîn, li Islahiye û Nûrdaxiyê bi mexdûrên erdhejê re civiyan.    Serokwekîla Koma HDP'ê Meraş Daniş Beştaş, Parlementera HDP'ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglû û Parlementera HDP'ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî di nav de jinan ewilî serdana konên li Islahiyeyê kirin. Parlementeran guh li pirsgirêkên jinan kirin û ragihandin ku dê van pirsgirêkên wan li meclîsê nîqaş bikin.    'EM Ê BIRÎNÊN XWE BI HEV RE BICEBIRÎNIN'   Hat diyarkirin ku dewlet û saizyên wê heya 4 rojên ewil jî nehatine Islahiyeyê û parlementeran û jinên bi wan re jî peyama "Em ê birînên xwe bi hev re bicebirînin" dan.   TIR'ÊN MOR LI DÎLOKÊ NE   Di dema serdanê de TIR'ên Mor ên ji Tirkiye û Kurdistanê ji bo mexdûrên erdhejê hatin, hatin valakirin.