Li Qamişloyê çalakiyên 8`ê Adarê 2023-03-05 18:53:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kantona Qamişloyê bi minasebeta 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin.   Li Kantona Qamişloyê bi minasebeta 8`ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê çalakiyên cur bi cur hatin lidarxistin. Çalakiyên ku Platforma Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dabû destpêkirin, dewam dikin. Li Kantona Qamoşloyê bi dirûşemya “Bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve” gelek semîner, mîhrîcan û pêşangeh hatin lidarxistin.   Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Qamişlo ji bo danasîna folklora pêkhateyên herêmê, li qada Meclisa Jinan a li taxa Xerbiyê ya Qamişloyê, pêşangeheke folklorî li dar xist. Nûnerên Weqfa Jina Azad a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komeleya Civakî ya Ermenî, rêxistin û saziyên jinan ên herêma Cizîrê û şêniyan eleqeyek mezin nîşanî pêşangehê da. Pêşangeh wê du rojan (5-6`ê Adarê) ji saet 11:00`ê sibehêheta saet 04:00`ê piştî nîvro dewam bike. Pêşangeh ku di roja yekemîn de li Qamişloyê hat vekirin, wê sibê jî li navçeya Til Hemîsê ji saet 10:00'an heta 03:00'yê piştî nîvro, berdewam bike.   TIRBESPIYÊ   Kongra Star li navçeyê ji bo mêran semînerek li dar xist. Semîner li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hat lidarxistin û bi dehan endamên saziyên sivîl beşdarê bûn. Di semînerê de bal li ser girîngiya 8`ê Adarê û bandora wê li ser têkoşîna jinan, hat kişandin. Endama Kongra Star Gulê Behdê axivî û bal kişand ser dîroka têkoşîan jinan û bûyerên kuştin û tundiya li djiî jinan, her wiha behsa rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava de.   Piştre li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola jinan, girîngiya wê di civakê de, girîngiya rizgarbûna jinan, hat guhdarîkirin. Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeyê jî li dibistana Şehîd Cahîde festîvala cil û berên folklorî yên pêkhateyên li navçeyê (kurd, ereb, suryan) li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî beşdarî festîvalê bûn. Di festîvalê de endama rêveber a Navenda Perwerdeyê Semîhe Remedan Osman axivî, 8'ê Adarê li jinan pîroz kir û diyar kir ku ew bi rêya festîvalê dixwazin balê bikişînin ser yekitiya pêkhateyên herêmê û reseniya folklore û çanda wan nîşan bidin.   GIRKÊ LEGÊ   Kongra Star li navçeya Girkê Legê jî ji bo danasîna 8`ê Adarê semînerek li dar xist. Semîner li navenda Sendîkaya Karkeran a bajaroka Rimêlan hat lidarxistin û bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl û endamên Kongra Star beşdarê bûn.   Di semînerê de nirxandinên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya têkoşîna jinan û bandora wê li ser azadiya civakê, hatin guhdarîkirin.   Endama Kongra Star Kewser Mihemed jî axivî û behsa girîngiya “Şoreşa 8'ê Adarê” kir. Endama rêveber a Kongra Star Şemale Hisên jî destnîşan kir ku 8`ê Adarê têkoşîna jinan a ji bo bidawîkirina zihniyeta baviksalar, nîşan dide.   DÊRIK   Kongra Star li navçeyê bi semînereke taybet bi mêran, bal kişand ser girîngiya 8`ê Adarê ji bo jinan. Semîner li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin. Di semînerê de nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê têkoşîna jinan de hatin guhdarîkirin.   TIL HEMÎS   Bi heman armancê li avahiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê semînerek hat lidarxistin. Hevseroka Meclisa Til Hemîsê Coze El Hasûd 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û diyar kir ku 8`ê Adarê di têkoşîna tevgerên jinan de guhertinên mezin çêbûn.