Şaredariya Seferîhîsarê faîlê tacîzê derxist betlaneyê 2023-03-06 12:23:41   ÎZMÎR - Şaredariya Seferîhîsarê têkildarî Midûrê Îmar û Bajarvaniyê Erkan Demîr ku derheqê wî de ji ber tacîza zayendî lêpirsîn hatiye destpêkirin, tu kirarî nekir û derxist betlaneyê.    Midûrê Îmar û Bajarvaniyê yê Şaredariya Seferîhîsar a Îzmîrê Erkan Demîr, ji xebatkareka şaredariyê re vîdeo û peyamên zayendî şand û tacîz kir. Li ser vê yekê, jina ku rastî tacîzê hatibû li Dozgeriya Komarê ya Seferîhîsarê giliyê Demîr kir. Dozgeriyê îfadeyê Demîr girt û di îfadeya xwe de îdia kir ku ev peyam bi xeletî şandine.    DERXISTIN BETLANEYÊ    Hat zanîn ku Şaredarê Seferîhîsarê Îsmaîl Yetîşkîn derheqê faîlê tacîzê de tu kirarî nedan destpêkirin û şand betlaneyê.