Ji bo jinên girtî qertên 8’ê Adarê hatin şandin 2023-03-06 16:07:38   WAN/ COLEMÊRG - Li Wan û Colemêrgê bi pêşengtiya TJA’yê ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin.    Li Wanê jin bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li pêşiya Navenda PTT’ê hatin ba hev. Jinan, bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê û pêdiviyên bingehîn şandin. Jinan xwestin li pêşiya PTT’ê daxuyaniyê bidin lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin.    Bi heman boneyê li Colemêrgê jî jin bi pêşengtiya TJA, Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê li pêşiya Navenda PTT’ê hatin ba hev û rojnamegerên girtî jî di nav de ji jinên girtî re qert şandin.