Jinan ji bo meşa 8’ê Adarê ya Wanê bang kirin 2023-03-07 16:56:00     WAN - Sibe dê li Wanê bi boneya 8’ê Adarê meş bê lidarxistin. Jinên ku xebatên xwe didomînin, belavok belav kirin û banga tevlibûna meşê kirin.    Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê sibe dê bi dirûşma “Dema Dema Jin Jiyan Azadiyê ye” meşa 8’ê Adarê bê lidarxistin. Jinên ku di çarçoveya xebatên amadekariya meşê de li pêşiya avahiya HDP’a Wanê hatin ba hev, li ser Cadeya Cumhuriyetê belavok belav kirin û banga tevlibûna meşê kirin.    Jin, dê sibe saet di 12.00’an de li Xaçerêya Semaver a li ser Cadeya Mereşê bên ba hev û dest bi meşê bikin.