‘Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin’ 2023-03-08 10:50:53   STENBOL - Jinan ji bo lidarxistina Meşa Şevê ya Femînîst ku dê li Taksîmê li dar bixin ev bang kirin: “Mîna her salê em ê îşev jî bi hêrs û serhildana xwe li kolanan bin. Tu jî were!”    Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê îro li Taksîm a Stenbolê Meşa Şevê ya Femînîst bê lidarxistin. Meşa Şevê ya Femînîst a 8’ê Adarê li ser hesaba xwe ya twîtterê dîmeneke ji 22 saniyeyan pêk tê û têkoşîna jinan vedibêje, bi sernavê “Mîna her sal em ê îşev jî bi hêrs û serhildana xwe ki kolanan bin. Tu jî were!” parve kir. di vîdeoyê de bang li hemû jinan hat kirin ku tev li meşê bibin.    Di vîdeoyê de dirûşmên “Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî” , “Jin, jiyan, azadî” û “Serhildana femînîst” hebûn û ev bang li jinan hate kirin: “Kolan jî, qad jî, şev jî yên me ne! Di 8’ê Adarê de em ê bi hêrs û şîna xwe li Taksîmê bin”