Li Rojhilat di salekê de herî kêm 245 jinên kurd hatin girtin 2023-03-08 12:45:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Hengawê raporek di navbera 8’ê Adara 2022 û 8’ê Adara 2023’yan de amade kir û li gorî raporê li rojhilatê Kurdistanê herî kêm 245 jinên kurd hatine girtin û cezayê darvekirinê û zindanê li 30 jinan hatiye birîn û herî kêm jî 25 jin di encama tundiya zilaman de hatine kuştin.    Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê têkildarî tiştên hatine serê jinên rojhilatê Kurdistanê raporek amade kir. Rapor di navbera 8’ê Adara 2022’yan û 8’ê Adara 2023’yan de hatiye amadekirin. Li gorî raporê; rejîma Îranê herî kêm 245 jinên kurd daye girtin û cezayê darvekirinê û hefsê li 30 jinên kurd biriye. Li Rojhilat li bajarên cuda herî kêm 5 jin di bin navê “namûsê” de bi giştî herî kêm 25 jin hatine kuştin. Di raporê de hat gotin kujerên van jinan, hevjîn, hevjînê berê, bira ne.    Di raporê de cih da bajarên ku jin lê hatine kuştin; Li Kirmanşahe 8, li Kurdistanê 7, li Îlamê 5 jin û li Ûrmiye jî 5 jin hatine kuştin. 10 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 7 jin ji aliyê hevjînên xwe berê ve, 4 jin ji aliyê birayên xwe ve û 2 jin ji aliyê hevalên xwe kar ve hatine kuştin.    77 SAL CEZA    Li gorî raporê; daraza rejîmê bi hêceta xebatên siyasî 77 sal û 2 meh ceza li 20 jinan biriye. Her wiha ji ber xwepêşandanên Jîna Emînî cezayê hefsê li 20 jinan hatiye birîn û cezayê kuştinê dane 2 aktîvîstên LGBTİ+Q.