Gunay: Jin jiyan azadî wê bi ser bikeve 2023-03-08 15:26:46 MÊRDÎN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di daxuyaniya 8’ê Adarê de li Mêrdînê axivî û got: “Em ê li dijî astengî, li dijî êriş û xemsariya dewletê bi dirûşma jin jiyan azadî re bi ser bikevin. Îro dem dema azadî, dem dema serkeftinê ye.”   Tevgera Jinên Azad (TJA)  bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Piştgiriya Jinan Dide Jiyandin” li ber avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî da. Berdevka HDP'ê û Parlementera Mêrdînê Ebrû Gunay, parlementer Pero Dundar, Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, aktîvîstên TJA'yê amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta  "Dem Dema Jin Jiyan Azadî ye"  û dovîzên li ser wêneyê jinên hatine qetilkirin û nivîsên "Jîn Hebûn e, Hebûn Azadî ye", "Bijî Têkoşîna Jinan a Sînoran Nas Nake", "Qetilkirina Jinan Polîtîk e" û "Xwezaya Jinê" hatin hildan.    Li ser navê TJA’yê Ayşe Bozan metna daxuyaniyê xwend.   ‘EM Ê HIŞMENDIYA FAŞÎST TÊK BIBIN’    Bozan da zanîn ew li vir in, bi mîrateya paşerojê û berpirsyariya siberojê ew ê têkoşîna xwe bidomînin û dest bi axaftinê kir û wiha got: “Wek TJA, bilindkirina vî dengî ku îro li tevahiya cîhanê wek ‘Jin, Jiyan, Azadiyê olan dide, ji 129 jinên li New Yorkê hatin kuştin heta Rosa Luksemburg û Clara Zetkinê, ji Leyla Qasim heta Sarayan û Sêvêyan, ji Aysel Doganan heta Nagîhanan, heta Jîna Emînî û Evîn Goyî, em têkoşîna wan silav dikin. Li dijî hemû dînamîkên civakê şerekî taybet hatiye destpêkirin ku tê de sixurî, tiryak û fihûş serkêşiyê dikin, bi van tê xwestin ku civak ji hêla exlaqî ve were têkbirin. Li hemberî van polîtîkayên taybet ên şer em careke din dibêjin ku li dijî êrişên plankirî û pergalkirî yên ku bi destê kesên biunîforma tên kirin û di şexsê Îpek Er, Fîrdevs Babat, Gulîstan Dokû de jinên ciwan ên kurd ji xwe re dikin hedef, her ku diçe jin zêdetir hişyar dibin û xwe bi rêxistin dikin û ev yek jî dê sîstema tecawizkar, zayendperest û faşîst têk bibe!   Di sala 2023'yan de bi 8’ê Adarê re têkoşîna jinan a azadiyê dê desthilata faşîst a AKP-MHPyê hilweşîne û dê ji hilbijartinan bi destkeftiyên herî zêde derkeve. Em wek TJA mîrasa ku ji çanda berxwedana jinan ji me re maye, em bi wê mîrasê soz didin, li her qadê û  li hember rejîma 'yek zilam' ku karesata herî mezin e û li hember îqtidara faşîst û zayendperest ku di bin kavilan de maye,  pêşengiya jinan hevgirtina civakî mezintir dikin û 8'ê Adarê Roja Yekitî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Jinan pîroz be.”   ‘DEWLET NEBÛ, PIŞTEVANIYA JINAN HEBÛ’    Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay jî axivî û bi gotina “Dem dema jin jiyan azadiyê ye" dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Em ê gavek paşde navêjin û em ê bi vê dirûşmê ber bi azadiyê ve biherikin. Ebrû wiha berdewam kir: "Mixabin em 8’ê Adarê di bin siya erdhejê de pêşwazî dikin. Bîlançoya erdhejê zêde bû û carek din em bi vê re hîn bûn ku îqtidar rola xwe nalîze. Li wir AFAD, Kizilay tune bû. Jinan cardin bi hev re, bi yekitiyê birînên xwe pêçan. Çav li mirina mirovan girtin. Dewlet nebû lê têkoşîna jinan hebû. Piştevaniya jinan hebû. Ji roja erdhejê ve em li qadan bûn û îro car din em li vir in. Em ê jinan mihtacê dewleta bi hişmendiya mêr jî nekin. Em li vir bûn em ê li vir bin. Em bi vê li ser lingan in û hew piştevanî me diparêze.”   ‘DIXWAZIN DENGÊ ME QUT BIKIN’    Gunay bertek nîşa astengiya polîsan ya ji bo 8’ê Adarê da û got: “Dewlet - mêr îro cardin xwest bibe astengê hêza me. Em astengiyan nas nakin û wê tu tişt ji têkoşîna me ya jin jiyan azadî re nebe asteng. Dixwazin dengê me qut bikin. Lê ew ê nikarin li beramberî vê berxwedana me rawestînin. Ji ber dem dema azadî, dem dema serkeftinê ye.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” re bi dawî bû.