Ji jinên Rojava û Herêma Kurdistanê banga têkoşîna hevpar 2023-04-03 15:45:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke ji rojavayê Kurdistanê ku Hevseroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed jî di nav de bû, çûn serdana Herêma Federe ya Kurdistanê û banga têkoşîna hevpar kirin.    Şandeyeke ji rojavayê Kurdistanê ku Hevseroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî di nav de bû, ev du roj in li Herêma Federe ya Kurdistanê hevdîtinan dike. Duh şande çû serdana jinên Tevgera Goran û ji aliyê Seroka Fraksiyona Goran a li Parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ve hate pêşwazîkirin.   ‘CIVÎNÊN JINAN CIHÊ KEYFXWEŞIYÊ NE’   Piştî civînê Îlham Ehmed kefiya jinên YPJ’ê pêşkêşî jinên Goran kir û şandeyê daxuyanî da. Îlham Ehmed di daxuyaniyê de wiha got: “Ev kom civînên di navbera jinan de li Rojava û Başûr ên li ser bingehê mijarên hevbeş gelek girîng in. Komcivînên bi rêk û pêk ên li ser jiyana jinan girîng in. Di vê mijarê de gelek berpirsyartî dikevin ser milê jinan. Ji ber ku divê serdema dîrokî de ku kurd ber bi çarenûsa xwe diçin. Di vê pêvajoyê de şoreşeke jinan heye. Li Rojava û Başûr piştî şoreşê paşdegavavêtin xetereyeke mezin e. Cihê keyfxweşiyê ye ku rêxistinên jinan ên kurd bên gel hev û mijarên jinan eleqeder dikin nîqaş bikin. Ji bo ku ji vir û şûn de jî em bikaribin têkoşînên hevbeş bikin, em bi hevre civiyan. Em spasiya Tevgera Goran dikin, têkoşîneke siyasî didin meşandin û dîrokek wan a kevin heye.”   ‘DIVÊ JI BO SERKEFTINÊ JINÊN HER ÇAR PARÇEYAN TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’   Endama Odeya Siyasî ya Tevgera Goran Saze Ebdûla jî ev tişt anî ziman: “Me di civînê de behsa pirsgirêkên jinan ên li her çar parçeyên Kurdistanê kir. Li ku dera Kurdistanê jin werin çewisandin,em wisa dihesibînin ku hemû jinên Kurdistanê tên çewisandin. Divê ji bo azadî û serkeftina jinan li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşînê bilind bikin.”   ÇÛN SERDANA BÎRDARIYA HELEBÇEYÊ    Piştî civînê, şandeya rojavayê Kurdistanê bi nûnerên Kongreya Star, endamên Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Qeymeqamtiya Helebceyê kirin. Her du alî li ser girîngiya rêxistinkirina jinan û dewamkirina xebata ji bo azadiya jinan axivîn.   Pişre şande çû serdana bîrdariya Helebceyê. Serdanên şandeya Rojava yên li başûrê Kurdistanê yên bi rêxistinên jinan û partiyên Başûr re bidomin.