Jin bi biryar in ku desthilatê bişînin: Em ê dîktatorî têk bibin! 2023-04-16 19:17:04 STENBOL - Bi sedan jinên bi dirûşmeya "Dijminên jinan wê biçin, serhildana jinan wê bide guhertin" li Kadikoyê hatin bahev wiha gotin: "Deshilata ku dijminê jinan e em jin dê bişînin, em ê dîktatorî têk bibin."   Jin bi Hev re Bihêz in bi dirûşmeya "Dijminên jinan wê biçin, serhildana jinan wê bide guhertin" li ber Îskeleya Emînonu ya li Kadikoyê çalakiyek li dar xistin. Jinan pankartên  ‘Em ê dîktatoriyê bixînin’ vekirin. Di çalakiya ku coşa jinan derket asta jor de jinan bi saetan govend gerandin û dirûşme berz kirin. Di çalakiya ku bi sedan jin hatin bahev de hate destnîşan kirin ku di hilbijartinên 14'ê Gulanê de wê jin desthilata AKP'ê û MHP'ê bişînin.    Li ser navê ‘Jin bi Hev re Bihêz in’ Zeynep Demîrkol nameya nivîsîbûn xwend û wiha got: “Tiştên îsal hatin jiyîn bandor li me hemûyan kir. Kuştinên jinan, gotinên nefretê, binpêkirin. Li dijî vê em di serhildanê de bûn. Bi vê serhildanê em ji bo avakirina jiyanek nû bang li we dikin. Hemû jin li dijî feshkirina Peymana Stenbolê di serhildanê de bûn. Hun jî li dijî kesên ku qanûna 6284'an dikin alava hilbijartinê bi hêrs in. Hun jî li dijî tundiya mêr serî hil didin. Hun jî sûcên desthilatdariyê dizanin. Li dijî vê desthilatdariyê tehamul tuneye.”   Demîrkol di berdewamiyê de da zanîn ku tehamula wan nemaye û hêza wan ya guhertinê heye heta niha têk çûne û xwe nedane alî. Demîrkol got ku di vê pêvajoya krîtîk de sernavên lezgîn nîqaş kirine û ew sernav wiha rêzkirin:   *Piştî erdhêjê barê jinan giran bûye. Em ê hesab ji kesên ku pêşî li tundiya mêr nagirin bipirsin.   *Em ê destur nedin xespkirina mafê jinan, em ê destur nedin ku li jinê ‘jina makul, zarokan bînin’ ferz bikin.   *Em fezkirinên exlaqî yên dijminahiya LGBTÎ'yan ferz dike qebûl nakin.   *Em li dijî tundî û globalkirinê têdikoşin. Bêdeng namînin. Hawira tirsê qebûl nakin.   *Em ê her tim li dijî polîtîkayên şer bin.   *Em ê destur nedin ku keda jinê bê binpêkirin. Em ê dsetur nedin polîtîkayên zextê û li dijî vê têbikoşin.   Em ê jiyana azad bi hev re ava bikin.”