Komeleya Dema Jinê: Pergala patrîarkal bi piştgirya raya giştî fermî bû 2023-04-18 16:25:16   STENBOL - Komeleya Dema Jinê, Rapora Navenda Şêwirînê ya 6 mehan eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku qanûna hejmar 6284’an nayê cîbicîkirin lewma jin neçar dimînin ku li malên xwe yên tundî lê tên kirin dîsa vegerin.    Komeleya Dema Jinê, Rapora Navenda Şêwirînê ya 6 mehan eşkere kir. Rapor, pêvajoya 6 mehan a ji tebaxa 2022'yan heta çileya 2023'yan digire dest û balê dikişîne ser qanûna 6284'an û binpêkirinên  mafên jinan.   Di raporê de wiha hat gotin:    "Bi taybetî jin ji ber sedemên fikar, bêçaretî, bêewlehî, şerm, tirs û tenêtiyê serî li komeleyê didin û piştgiriya derûniyê daxwaz dikin. Jin herî zêde nikarin tundiya derûniyê vebêjin û wekî tundî binav bikin. Sedema bêdengiya jinan a li hemberî tundiyê, ji ber zextên civakî ne. Xwegihandina rêya hiqûqî ya jinan her ku diçe zehmettir dibe. Jinên ku di çarçoveya qanûna 6284'an serlêdanan dikin bêbersiv tên hiştin. Ji ber vê sedemê jî neçar dimînin ku li malên xwe vegerin. Dosyaya jinên ku êrişkaran gilî dikin jî bi fikar in. Fikara wan jî pêknehatina darizandineke adilane û bêalînebûna darazê ye. Li ser vê esasî jin serî li komeleya me didin.    Her wiha mekanîzmayên dewletê li hemberî pirsgirêkên aborî û civakî pergalek pêş nexistiye û bêtir pirsgirêkan kûr dike. Ji ber xwedîkirina zarokan neçar dimînin ku dev ji kar berdin ev tişt bi serê xwe tundiya aboriyê ye. Destûrdayîna xwedîkirina zarok û pitikan a ji bo dayikan tê wateya fermîkirina pergala patriyarkalê. Di şer, qirkirin, qeyrana gerdûnî û qadên jiyanê de herî zêde jin bi tundiyê re rûbirû dimînin. Weke karê ewil jin tune tên hesibandin, ji kar tên derxistin û li malê tên hefskirin. Zîhniyeta serdest a mêr asta tundiya li ser jinan zêde kir û jinan jî li hemberî vê yekê alternatîfên xwe yên jiyanê mezin kir û rê û rêbazên xwe firehtir kir.   Heta ku hemû cureyên tundiyê bi dawî dibin, em ê her tim têbikoşin û nesekinin. Em ê ji bo jinan polîtîkayên cuda biafirînin, em ê mekanîzmayên ku bi nêrîna jinê mijaran dinêre pêş bixin. Em tu carî dev jî piştevaniya jinê bernadin."