Namzetên jin ên Xarpêtê: Em ê ji bo guherandina vê rejîmê li meclisê bin 2023-04-19 12:56:20 XARPÊT - Namzetên jin ên Xarpêtê diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî zextên ser zimanê kurdî û tundiya li dijî jinan li meclisê bidomînin û wiha gotin: “Banga me ji bo her kesî ew e ku li dijî zîhniyeta mêrserdest dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”    Ji bo hilbijartinên serokkomarî û yên giştî ku dê di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin çendek roj mane. Hejmara parlamenterên Xarpêtê di hilbijartinên giştî yên 2015’an de 4 bû lê piştî ku hejmara parlamenteran derketî 600’an û piştî referandûma guherandina makeqanûnê, ev hejmar derket 5’an. Di hilbijartinên 24’ê hezîrana 2018’an de AKP’ê 4 û CHP’ê jî parlamenterek derxist. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî 35 hezar û 460 deng wergirt û bi rêjeyeke kêm parlamenterek winda kir.    Tifaqa Ked û Azadiyê vêcarê bi navê Partiya Çepên Kesk dikeve hilbijartinê û îdiaya xwe ya li bajar bi namzetên parlamenteriyê Savaş Erdogan, Nûrşat Yeşîl, Hadî Konar û Sûltan Yaray mezintir kir.    Ji du namzetên jin ên Xarpêtê Sûltan Yaray û Nûrşat Yeşîl têkildarî hilbijartinê bi ajansa me re axivîn.    Helbestvan, nivîskar û Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd a berê Sûltan Yaray, bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Ji ewil ez ê li ser zimanê kurdî bisekinim. Gelê kurd ev sed sal in têdikoşe lê hêj jî pirsgirêka wan a nasnameyê nehatiye çareserkirin. Pirsgirêkên ziman û nasnameyê, eleqeya xwe bi statûya kurdan re heye. Dikare rewşek azad û demokratîk were afirandin ku hemû kes tê de cihê xwe bibîne û jiyanekê ava bike. Têkoşîna me jî di vê çarçoveyê de ye.”    NÛNERTIYA JINAN   Bi domdarî Yaray anî ziman ku armanca wan ew e ku di her qadê de nûnertiya jinan xurtir bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha jî siyaset her tim bi nêzikatiya zilaman hatiye kirin. Dema em li kevneşopiya partiyên siyasî yên kurd dinihêrin, her tim roleke pir çalak lîstine û di gelek qadan de pêşengtî kirine. Partiya Çepên Kesk jî vê kevneşopiyê didomîne. Deng û rengê jinê ye. Jixwe dema em li namzetan dinêrin jî vê yekê dibînin. Di asta rêveberiyê de jî heman rewş heye. Jinên kurd û hemû jinên azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin di vê partiyê de cih digirin. Di wê baweriyê de me ku hemû hevalên me dê bi xebat, deng û rengên xwe meclisê biguherînin.”    GIRTIYÊN SIYASÎ YÊN JIN    Di berdewamê de Yaray diyar kir ku îktîdara AKP’ê ji bo gelan tu qadên jiyanê nehiştine û ev tişt anî ziman: “Weke jin, em bibiryar in ku vê pergalê biguherînin. Vê pergalê tu carî derfet nedan jinê ku jiyana heq dike bijî. Weke jinekê min jî xwest di nava vê partiyê de cih bigirim. Jin, her roj tên kuştin û her roj nûçeyên têkildarî tundiya li ser jinan tên weşandin. Faîl jî çendek meh piştre tên berdan û bi rihetî digerin. Niha bi sedan jinên siyasetmedar ji ber fikrên xwe di girtîgehê de ne. Dixwestin di nava civakê de bi awayekî çalak cih bigirin lewma rastî cezayên giran hatin. Girtîgeh bi jinên dixwestin pêşerojeke azad ava bikin ve tije bûne. Partiya Çepên Kesk dê vê pergalê biguherîne. Yên ku daxwaza jiyaneke azad dikin, divê li gel Partiya Çepên Kesk bin.”    LÊGERÎNÊN ÇARESERIYÊ YÊN LI DIJÎ TUNDIYÊ   Namzeta parlamenteriyê Nûrşat Yeşîl jî kedkareke tenduristiyê ye û bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê  (KHK) ji peywira xwe hatiye dûrxistin. Yeşîl, Hevseroka HDP’a Dêrsimê ya berê ye. Yeşîl, got ku îktîdar û şirîkên wê tu carî pirsgirêkên jinan naxin rojeva xwe û wiha dom kir: “Weke jinên Partiya Çepên Kesk, me polîtîkayên çareseriyê yên li dijî tundiya ser jinan xist rojeva xwe û beyannameya hilbijartinê ya jinan jî di vê çarçoveyê de amade kir. Polîtîkayên îktîdarê dibin sedema mexdûriyetên jinan. Lewma jî têkoşîna tevgera jinên kurd û tevgerên jinan ên femînîst ên di nava tevgera çepa Tirkiyeyê de cih digirin pir binirx e. Em ne di dema îktîdara 20 salan a AKP’ê de û ne jî beriya wan xwedî statûyeke wekhev nebûn lê bi îktîdara AKP’ê re destkeftiyên me jî hatin tunekirin. Weke Partiya Çepên Kesk em ê tevahiya mafên xwe li xwe vegerînin û ji bo wekheviya zayenda civakî li meclisê têkoşîna xwe bidomînin.”    ‘LI DIJÎ PERGALÊ DENGÊ XWE BIDIN PARTIYA ÇEPÊN KESK’   Yeşîl, herî dawî wiha got: “Partiya Çepên Kesk, ji bo jinan navnîşaneke rast e. Em ê têkoşîna xwe ya bi sala ye didome, li meclisê bidomînin. Ji bo têkbirina îktîdara AKP-MHP’ê, ji bo li meclisê di bin sîwana Tifaqa Ked û Azadiyê de têbikoşin, ji bo hîn xurtir nûnertiya demokrasî û azadiyan bikin, divê hemû gelê me di 14’ê Gulanê de dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.”