Namzeta Partiya Çepên Kesk a Wanê Sayyîgît: Em ê her 8 parlamenteran jî bi dest bixin 2023-04-20 09:53:09   WAN - Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku li Wanê coşeke mezin a gel ji bo hilbijartinê heye û wiha got: “Hedefa me ew e ku her 8 parlamenteran jî bi dest bixin.”    Mezintirîn bajarê herêma Serhedê Wan e û Partiya Çepên Kesk dixwaze ku di hilbijartina 14’ê Gulanê de her 8 parlamenteran jî bi dest bixe. Nifûsa bajar milyonek û 200 hezar e û 704 hezar hilbijêrên wê hene.    Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ji bo Şaredariya Artemêtanê ji sedî 54’ê dengan wergirt lê bi hinceta ku bi Biryarnameya di Hûkmê Qanûnê de (KHK) ji peywirê hatiye girtin, mazbataya wê dan namzetê AKP’ê û mafê wê hate xespkirin. Sayyîgît, niha jî li Wanê bû namzeta parlamenteriyê ya di rêza sêyemîn de ya Partiya Çepên Kesk.    Sayyîgît, li navçeya Westanê ji dayik bûye û dibistanên seretayî, navîn û amadehî li Westanê xelas kir. Piştre jî Beşa Erdnîgariyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê xelas kir û di heman beşê de lîsansa bilind kir. Di sala 2008’an de weke mamoste tayînî navçeya Şaxê hate kirin û weke nûnera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) xebitî. Di navbera salên 2014-2017’an de jî Hevserokatiya Şaxa Egîtîm Sen a Wanê kir û di sala 2017’an de bi KHK’a hejmar 686’an hate îxrackirin. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de jî weke Hevşaredara Artemêtanê hate hilbijartin lê bi hinceta ku KHK’î ye, mazbataya wê nehate dayîn.    'SEDSALEKE DIN A KU EM WINDA BIKIN TUNE YE’   Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo hilweşandina rejîma sedsalî, hilbijartineke dîrokî û stratejîk e û wiha domand: “Em rastî her cureyên înkar, tunekirin û pişaftinê hatin. Li dijî van polîtîkayan jî bi pêşengtiya jinan têkoşîneke bêhempa hate dayîn. Em jî hêza xwe ji vê kevneşopiya têkoşînê digirin û li gorî wê tevdigerin. Sedsaleke din a ku em winda bikin tune ye. Di vê çarçoveyê de armanca me ew e ku vê rejîma sedsalî hilweşînin û îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin. Em ji bo avakirina komareke demokratîk ketin rê û dê serkeftin a me be. Ji bo ku Rêya Sêyemîn bêhtir bikeve pratîkê, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”    'PARTIYA ÇEPÊN KESK DENGÊ GELAN E’   Bi domdarî Sayyîgît bal kişand ser kevneşopiya têkoşîna Partiya Çepên Kesk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kevneşopiyeke ku ji HEP’ê dest pê kir û heta roja me jî bênavber dînamîkên civakî di xwe de hewand û bû dengê hemû bindest, kedkar û gelan. Partiya Çepên Kesk jî berhema wê kevneşopiyê ye. Ji bo ku gelê xwe li meclisê bêhtir temsîl bikin jî em mal bi mal, kolan bi kolan, tax bi tax, gund bi gund û navçe bi navçe bigerin û bixebitin. Hemû serdanên me yên esnafan û vekirina bûroyan mîna mîtîngê derbas dibin. Bi vê coşê re hedefa me ew e ku her 8 parlamenterên Wanê jî bi dest bixin. Ji bo vê jî em bi şev û roj dixebitin.”    'EM Ê HÎN XURTIR BÊN’   Sayyîgît, got ku dê saziyên jinan ên ji hêla qeyûman ve hatine girtin hêj xurtir vekin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê tevahiya saziyên hatine girtin dîsa çalak û xurtir bikin. Em ê rêxistiniya li dijî tundiya ser jinan xurtir bikin û xetên pirzimanî yên ‘Alo tundî’ ava bikin. Em ê mekanîzmayên ku jinên rastî tundiyê hatin xwe lê stare bikin ava bikin û xizmetan bi zimanê dayikê bidin. Em ê ji bo van jinan qadên azad û gundên ekolojîk ava bikin. Em ê kooperatîfên jinan dîsa hîn bihêztir têxin meriyetê. Li dijî polîtîkayên şerê taybet jî em ê xebatan bimeşînin. Li dijî her cureyên tundî, zext û xespkirina îradeyê em ê polîtîkayên li ser parastina cewherî pêş bixin. Em ê li gel rêveberiyên herêmî navendên tenduristiyê yên jinan vekin. Dê ji bo penaber, jin û zarokan jî qadên bitendurist ava bikin.”