Jinên qerejdaxî: Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike 2023-04-27 09:27:34 AMED - Jinên qerejdaxî anîn ziman ku Partiya Çepên Kesk ji bo hemû gelan hêvî ye û gotin: "Partiya Çepên Kesk dê aştiyê bîne. Dê kurd bi ser bikevin û Erdogan winda bike."    Partiya Çepên Kesk, ber bi hilbijartinê ve liv û tevgera xwe lezand. Partî li her derî bi coş û eleqeyeke mezin tê pêşwazîkirin. Bi taybetî jî li Amedê eleqeyeke pir mezin heye. Partî bi rojan e li tax û gundan xebatên hilbijartinê didomîne. Li Qerjdaxê jin ku Partiya Çepên kesk wekî pêşengê guherînê dihesiîbin, ji bo partiyê bênavber dixebitin. Jinên qerejdaxî anîn ziman ku di vê hilbijartinê de dê kurd bi ser bikevin û dê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan têk biçe.    ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK DÊ AŞTIYÊ BÎNE'   Saadet Akyuz a ji Qerejdaxê axivî û wiha got: "Em wekheviyê dixwazin. Em şer û mirinê naxwazin. Em dixwazin êdî dawî li vê mirinê bê. Bila bes ciwanên me bimirin, ne gerîla ne leşker bila kes nemire. Bila aştî çêbibe êdî. Di vê hilbijartinê de em ê bi ser bikevin. Em bihêvî ne. Bila ev xwîn bisekine. Êdî bes e ji vê bindestiyê re. Em vê zilmê qebûl nakin. Em aştî, biratî û wekheviyê dixwazin, em şer naxwazin. Partiya Çepên Kesk dê aştiyê bîne. Em li benda vê pêvajoyê ne. Em li benda aştiyê ne."    ‘KURD DÊ BI SER BIEKVIN'   Zeynep Karataş jî wiha got: "Em ê dengê xwe bidin xwe. Em ê bidin partiya xwe. Qethiyen ez nadim partiyên din. Ger nemirim dê dengê min tim ji partiya me re be. Înşelleh dê partiya me bi ser bikeve. Kurd dê bi ser bikevin, dê Erdogan winda bike."    Hazal Kahraman jî ku dê cara ewil biçe ser sindoqan got: "Ez ê cara ewil biçim ser sidnoqê û ez ê dengê xw ebidim Partiya Çepên Kesk. Ji bo pêşeroja me baştir e. Partiya Çepên Kesk hêvî ye. Em wekheviya kurd û tirkan dixwazin. Tim tahde li kurdan tê kirin. Hêvdar im dê ev çewisandin bi dawî bibe. Ez yeqîn dikim ku em ê di vê hilbijartinê de bi ser biekvin. Mirov êdî dizanin bê çi çi ye. Bi taybetî jî piştî vê erdhejê, tiştekî ji krîza aborî wêdetir derket holê."    MA / Eylem Akdag