Li Bûrsayê kesayeta bi têkoşînê navdar e di rêya Meclisê de ye 2023-04-28 10:22:24   BÛRSA - Namzeta parlamenteriyê ya Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan ku di zarokatiya xwe de li rojavayê Tirkiyeyê rastî nîjadperestiyê hat û ji 18 saliya xwe ve di nava têkoşîna li dijî vê de cih girt, armancên xwe yên li Meclisê vegot û got: “Min têkoşîn tercîh nekir, ez di nav de ji dayik bûm.”   Partiyên siyasî û namzet ji bo hilbijartinên parlamenteriyê û Serokkomariyê yên piştî 16 rojan bên lidarxistin xebatên xwe bênavber didomînin. Partiya Çepên Kesk ku di lîsteyên parlamenteriyê de cih dan ji her beşên civakê di van hilbijartinan de yek ji partiya ku herî zêde tê şopandine.    Yek ji namzeta ku di rêza ewil de cih digire jî namzeta parlamenteriyê ya Bûrsayê Ceylan Erol Erdogan e. Erdogan a ji herêma yekemîn ji rêza yekemîn hate nîşandan yek ji kesayeta bi têkoşîna xwe ya 18 saliya xwe ve tê dayîn tê nasîn e.    Erdogan a li gundê Gol ê Mûşê di sala 1989’an de ji dayik bû, ji ber polîtîkayên zextê yên dewletê yên di sala 1993’yan de dema hêj zarok bû neçar ma ku koçî Bûrsayê bikin. Erdogan a piştî gundê wan ji aliyê leşker û cerdevanan ve hate şewitandin koçî navçeya Yildirim kirin, dibistana seretayî û lîse li Bûrsayê û zanîngeh jî li Rihayê xwend. Zextan li vir jî pey Erdogan a zewicî ye û du zarokên wê hene û malbata wê bernedan. Erdogan a têkoşîn tercîh kir, di salên ewil ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) hate avakirin de bi awayekî çalak di nav xebatan de cih girt.    Di kongreya ewil a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di 15’ê cotmeha 2012’an de hatiye avakirin de li navçeya Yildirimê bû hevseroka jin a ewil. Erdogan a demekê berdevkiya Kongreya Jinên Azad (KJA) a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) hate girtin kir du serdeman Hevserokatiya navçeya HDP’ê kir.    Erdogan, weke namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Bûrsayê têkoşîna xwe didomîne.    ZEXTÊN DEWLETÊ Û KOÇA JI NEÇARIYÊ    Erdogan, diyar kir ku ji ber zextên dewletê ji gundê ku jê dayik bû bi çend perçeyên tiştan ên di kaseya kamyonete de ketin rê û wiha got: “Dema me bi xizmên me re ji Mûşê koçî Bûrsayê kir, dayika min û jin apa min ducanî bûn. Bi çend perçe tiştên me bi xwe re anîn em sirgûnî bajarekî me nedizanî bûn. Gundê me hatiye şewitandin, ji kolan û cihên me dizanin û ji nişka ve ji hevalên nas veqetiyan û dihatin cihekî me dizanî. Em weke aborî qet bê çare nîbûn lê di rewşên wisa de aboriya te jî bi kêrî tiştekî nayê. Tevî ku biçûk jî bûm tiştên ku min hîs kirin, hêj ji bîr nekirine.”   CIHEKARÎ Û VEDERKIRIN   Erdogan a anî ziman ku gelek malbatên ji gelek bajarên bakurê Kurdistanê hatin koçkirin li navçeya Yildirimê gihiştin hev, bi lêv kir ku pirsgirêka herî girîng a li vir jiyan ziman e û wiha got: “Min ji bilî zimanê xwe yê dayikê kurdî tiştekî din nedizanî. An ku li cihên ku em çûnê min zehmetî dikişand ku bi mirovan re biaxivim û wan mirovan ji ber ji te fêhm nedikir tenê li te dinêrîn. Dema ez çûm dibistana seretayî hînî tirkî bûm. Xwediyê mala me hebû qet ji bîr nakim, ji ber travmaya min a zarokatiyê bû. Bi çavê ‘terorîstan’ li me dinêriyan. Em bi cihekarî û vederkirinê re rûbirû man.”   ‘EZ DI NAVA TÊKOŞÎNÊ DE JI DAYIK BÛM’    Erdogan diyar kir ku zextên dewletê li Bûrsayê jî dest ji wan berneda û wiha domand: “Dema me koçî Bûrsayê kir em bi apê min wan re di heman malê de dijiyan. Lêgerîna apê min hebû ji ber wê yekê polîsan her tim bi ser mala me de digirtin. Dema apê min nedidîtin şûna wî bavê min dibirin. Bavê min çend rojan îşkence dikirin û pişt re berdidan. Van travmayên cidî didan jiyîn. Ez bi çîrokên şewitandina gundên me, zilma dewletê li me dikir û laşên ku li Mûşê di avêtin Çemê Mûrat mezin bûm. Em bi polîtîkayên cihekarî û vederkirinê mezin bûn. Ji ber vê dikarim bêjim ez di nava têkoşînê de ji dayik bûm.”   KOMKUJIYA 10’Ê COTMEHÊ YA ENQEREYÊ   Erdogan a da zanîn ku ji 18 saliya xwe ve bi awayekî çalak di nav xebatan de cih digire, bi bîr xist ku hefteya ku da nîşanê bike weke peywîrdar çû mitînga Enqereyê ya DAIŞ’ê lê komkujî pêk anî û wiha got: “Di dema Komkujiya Garê ya Enqereyê de ez li mitîngê peywîrdar bûm. Gelek hevalên me li wir birîndar bûn. Ji Bûrsayê hevalê me Ramazan Çalişkan jiyana xwe ji dest da. Ne pêkane ku mirov tiştên li wir qewimîn ji bîr bike. Zextên dewletê tu car nekare bitepisînin. Di sala 2017’an de ji ber xebatên siyasî ez hatin girtin. Ez 6 mehan di Girtîgeha Jinan a Yenîşehîr a Bûrsayê de mam. Polîtîkayên dewletê yên koçberiyê, binçavkirinê û girtinan em tu caran ji têkoşînê venekirin. Ewqas bedelên hatin dayîn hene. Kevneşopiya me ya têkoşînê heye. Soza me ji jinan, ciwanan, gelê kurd, kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan û dayikan re heye. Ji ber vê em tu car dest ji têkoşîna xwe bernadin.”   TÊKOŞÎN HÊZ DIDE   Erdogan, anî ziman ku ji bilî têkoşîna wî ya polîtîk berpirsyartiya du zarokên xwe jî girt ser xwe û wiha lê zêde kir: “Hûn bêjin ev yek ‘zehmet e’ belê zehmet e lê nirxên me me li ser piyan dihêle. Têkoşîn mirovî xurt dike û zarokên min li pêşiya têkoşînê ne asteng in. Ji bilî vê hêz dide. Tu caran derdekî min ê ez li malê rûnim û ji bo zarokên xwe pêşerojekê amade bikim nebû. Bi milyonan zarokên kurdan niha tê xwestin ku mehkûmî pêşerojeke nediyar bên kirin. Ji ber vê yekê tu car dest ji têkoşînê berneda.”   NAMZETIYA LI BÛRSAYÊ   Erdogan, diyar kir ku Bûrsa cihekî mêrsalar, sunnî û netewperest e lê weke jineke kurd û mûxalîf ev li pêşiya wê ne asteng e ku li Bûrsayê nebe namzet. Erdogan, bi lêv kir ku bi nêrîna jinê mirov dikare avadaniya mêrsalar û netewperest biguherîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bûrsa xwedî avadaniyeke mûhafazakar û netewperest e. Li vir qet hewce nake ku jin bibin xwedî gotin û derkevin qadan. Dibe ku li cihekî wisa, kirina siyasetê zehmet be lê malbata min û hevjînê min di vê mijarê de ji min re her tim bûn alîkar. Partiya Çepên Kesk yekane partiya ku nûnertiya wekhev esas digire ye. Em armanc dikin ku vîn û gotina jinan veguhêzin Meclisê.”   ARMANCA VEGUHERTINA MECLISÊ    Erdogan, bal kişand serdestiya mêr a li Meclisê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dema em li Meclisê dinêrin em Bûrsayê dibînin. Weke Partiya Çepên Kesk em ê Meclisê bi morê boyax bikin. Divê em pêşeroja vî welatî ji kesên xwediyê taximên cilan biparêzin. Heke li Meclisê hejmara jinan zêde be, budçe naçin ji bo şer ji ber ku şer nabe. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin. Ji ber wê em dixwazin li dora namzetên jin bibin xelek.”   MA / Esra Solîn Dal