Jinên li hemberî bûyerên îstismarê meclis ava kirin: Wê tu sûc di tarîtiyê de nemine 2018-04-13 09:12:12 MÊRSÎN – Li Mêrsînê komek jin li hemberî şideta zayendî, îstismarkirin û cinayetên jinan meclîs ava kirin. Jinan got: “Heta ku hemû bûyerên îstismarkirinê neyên ronîkirin em ê bitêkoşin.”  Li Mêrsîn, komek jin li hemberî şideta zayendî, êrîşan û îstismarkirinê meclîs ava kirin. Endama Meclîsa Jina Parêzer Nevîn Zaimoglû, destnîşan kir ku para hevpar a endamên wan ew e ku hemû jin in û got: “Meclîsa Jina ew der e ku wê li hemberî her cure îstismarkirin, binpêkirina maf û azadiyan û êrîşan tev bigere.”    ‘TACÎZKIRINA JINAN ZÊDEBÛ’    Zaimoglû, diyar kir ku di warê îstismarkirina zarokan de li Tirkiyeyê bajarê wan di rêza 5’an de ye û got: “Li hêleke me Sînema heye ku li Sîlîfkeyê 5 kesan ew taciz kir û li hêla me ya din li Tarsûsê zarokek heye ku bavê wê ew taciz kiriye. Helbet wekî Meclîsa Jinan li hemberî vê rewşê em nikaribûn bêdeng bimînin. Li welatê me ji sedî 400 tacizkirina jinan zêde bûye û ji sedî 700 jî tacizkirina zarokan zêde bûye. Li holê rewşeke xelet heye. Ji bo rawestandina vê rewşa xelet em jin bi awayekî cidî xwe bi rêxistin dikin.”    Endama Meclîsa Jina Asli Ceren Mandak bi bîr xist ku piştî çalakiyên “Dest nede kincên min” wan meclîs ava kiriye. Mandak diyar kir ku sala çûyîn di wesayîtên nav bajêr de hevalên wan Ayşegul Terzî û Melîsa Saglam û gelek jinên din hatin tacizkirin û bi şidetê re rû bi rû man. Mandak got: “Dû re jin li ser medyaya civakî xwe bi rêxistin kirin û tevgereke ‘dest nede kincên min’ derket holê.” Mandak diyar kir ku piştî vê yekê jin dest bi avakirina meclîsan kirin û got: “Ev tişt ne berdewamiya partî an jî rêxistinekê ye. Helbet jinên endamên partiyan jî di nav de hene. Lê belê li vir ya girîng pirsgirêkên jinan e.”  Mandak destnîşan kir ku ji bo îstismarkar bêceza nemînin ew têdikoşin û ji ber vê wan du meh berê li Mêrsînê Meclîsa Jinan ava kiriye. Mandak got: “Heta ku hemû bûyerên îstismarkirinê neyên ronîkirin em ê bitêkoşin. Em ê li dijî taciz, tecawiz û îstismarkirina zarokan bitêkoşin.”