Jinên mûşî: Em bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin 2023-05-13 15:30:13 MÛŞ - Jinên mûşî ku diyar kirin wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” biçin ser sindoqan, bang kirin ku dengê herkes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha bang kir: “Em xwedî li vîna xwe û sindoqên xwe derkevin.”   Ji hilbijartinên Serokkomariyê û giştî re çend saet man. Jinên mûşî yên di bin banê Partiya Çepên Kesk de kom bûn, diyar kirin ku wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” biçin ser sindoqan û banga kirin ku di serî de jin bila herkes dengê xwe bidin.    ‘PARTIYA ÇEPÊN KESK HÊVIYÊ DIDE’    Semra Işik anî ziman ku wê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Ji bo pêşerojeke azad em ê dengê xwe bidin xwe. Ji bo neviyên xwe, zarokên xwe em ê dengê xwe bibin Çepên Kesk. Navê partiyê hêviyê dide. Hêviyê dide jinan û ciwanan. Li gorî partiyên pergalê bihêztir e. Em ji Partiya Çepên Kesk re dibêjin ‘jiyan’.”   ‘BI JIN JIYAN AZADÎ BER BI SINDOQAN VE’    Samîa Aydin jî bi lêv kir ku divê ji bo jiyaneke birûmet xwedî li sindoqan derkevin û wiha axivî: “Bi xatirê têkoşînê, bi xatirê zarokên me bi awayekî serbilind em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Ev ne partiyeke ji rêzê ye şeref û rûmeta gelê kurd e. Partiyeke têkoşîna jinan nîşan dide pêşengtiyê dide jinan e. Em ê bi dirûşmeya jin jiyan azadî xwedî li sindoqan derkevin. Em dixwazin hemû jin dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”   ‘EM Ê AZADIYA XWE BI ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ BIQÎRIN’    Pinar Tûtûş jî diyar kir ku ji bo azadî, aştî û demokrasiyê wê dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Ez ê herî zêde ji bo girtiyan, ji bo pêşerojên azad dengê xwe bidim Partiya Çepên Kesk. Ji bo ku ciwanên me yên ji ber aboriyê û dozên siyasî çûne derveyî welat ji nû ve vegerin welatên xwe ez ê dengê xwe bidim. Ji bo pêşerojeke ronî û xweş, ji bo em bi zimanê xwe yê dayikê bi awayekî azad biaxivin em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em ê di rojên azad de bi zimanê xwe yê dayikê biqîrin. Em sibê bi hev re ji bo pêşerojeke azad biçin ser sindoqan.”   ‘EM XWEDÎ LI SINDOQAN DERKEVIN’    Oya Yildirim jî anî ziman ku Partiya Çepên Kesk xwişk û biratiyê diparêze, cihekariyê nake û wiha got: “Piştgiriya têkoşîna jinan dike. Ez jî ji ber vê yekê weke jinekê piştevaniya wan dikim. Zimanekî wê yê cihekar nîne, gelê kurd diparêze û em jî weke gelê kurd li cem wan in. Divê herkes biçe ser sindoqan. Werin em biçin dengên xwe bidin û xwedî li sindoqan derkevin.”   ‘PARTIYEKE KU HÊZÊ DIDE JINAN’    Mûkaddes Kaya jî wiha got: “Ez ê dengê xwe bidim partiya xwe. Dema herkes dengê xwe dide bila xwedî li ziman û netewê xwe derkeve û wisa bide. Partiya Çepên Kesk partiyeke ku hêzê dide jinan e û divê jin jî hêzê bidin partiyê. Bila jin êdî bêdeng nebin, ji ber ku jin bixwaze dikare her tiştî bike.”