‘TDK dijminantiya jinê ava dike’ 2018-04-14 09:52:30 STENBOL  - Aktîvîsta Querr Femînîst Burçîn Tetîk, bertek nîşanî îtîraza TDK’ê ya li dijî doza derbarê peyvên zayendperest ên mîna “Guncav, biboyax, li rê û berketî’ hat vekirin, da û got: “TDK dijminantiya jinê ava dike.” Zimanzan Necmiye Alpay jî, got ku agahiya TDK’ê ji vê serdemê tuneye. Saziya Zimanê Tirkî (DTK) di sala 2015’an de di ferheng û siteya înternetê ya saziyê de peyvîn Guncav, biboyax, lire, berketî, sivik, ketina rêya xerab, esnaf, fenabûn û serbest” ên zayendperes nivîsand û parve kir. Hevseroka Malên Gel Dîlşat Aktaş, ji bo ev peyvên zayendperest bên rakirin, serî li saziya ziman da, lê serlêdana Aktaş hat redkirin. Aktaş ji ber vê serî li Dadgeha Îdarî ya 6’emîn a Enqerê da û doz vekir. Dadgehê di 25’ê Sibata 2018’an de biryara TDK’ê red kir. TDK’ê di 19’ê Adarê de ev biryara dadgehê îtîraz kir û serî li dadgehek jortir da.     ‘TDK JI RASTIYÊ DÛR DIXEBITE’   Akîtîvîsta Querr Femînîst Burçîn Tetîk, bertek nîşan vê helwest TDK’ê da û wiha axivî: “Gava TDK’ê ferheng nivîsandî, xebatek bi zanist bi rêve nebiriye. TDK gotinên zayendperest ava dike. TDK ji rastiyê dûr dixebite û ne objektîfe. TDK dijminantiya jinan û homofobî ava dike. Helwestek cûdakar nîşan dide. Gotinên li gorî dilê xwe di ferhengê de bi cih kirine, lê yên ne li gorî dilê xwe bi cih nekirin.”    ‘FERHENGÊN BERHEMÊN ZAYENDPERESTIYÊ NE’   Zimanzan Necmiye Alpay jî, diyar kir ku divê hemû peyvên zimanekê heyî di ferhengê de cih bigirin û wiha  axivî: “Nabe ku peyv bên hilbijartin û bên bi cih kirin. Divê her gotin neyên cûda kirin. Di şert û mercên edetî de dibê hiqûq mudaxileyê ferhengan bike. Lê em weke raya giştî, saziyê teşwîqî vê xebatê dikin. Wisan xuya dike ku saziya ziman, agahiya wê ji vê serdema me tuneye.”