Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk: Werin em di 28’ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin 2023-05-19 16:06:54   ENQERE - Meclisa Jinan a HDP û Partiya Çepên Kesk derbarê tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê de daxuyanî dan û gotin: “Em di 28’ê Gulanê de ji bo hilweşandina rejîma yek zilamî tên. Em ê bi ser bikevin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk hilbijartinên 14'ê Gulanê nirxandin û helwesta xwe ya derbarê hilbijartina Serokkomariyê ku ji tûra duyemîn re ma û dê di 28’ê Gulanê de pêk were, eşkere kirin. Meclisan daxuyaniya nivîskî da û hat diyarkirin ku ew hîn jî bi biryar in ku rejîma yek zilamî têk bibin û soza "wê jin biguherînin" dan.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Me qonaxa yekem a hilbijartina 14’ê Gulanê li pey xwe hişt. Weke Partiya Çepên Kesk em di hilbijartina prlamenteriyê de bi nûnertiya jinan a xurt diçin Meclisê. Li gorî daneyên ne fermî; li gel ku me encamên dixwestin bi dest nexist jî, ji 61 parlamenteran 29 jê jin bûn yekane partiya ku di meclîsê de ji sedî 50 temsîliyeta wekhev bi dest xist ya me bû. Di hilbijartinên ku bi îdîaya 'Em ê bi jinan re biguherînin' ketin nava tevgerê, em careke din bi hevgirtina jinan a li dijî tifaqa serdest a zilam bi ser ketin.   Lê karekî me yê ku nîvco maye heye! Tifaqeke dijminantiya jinan dike û bi vê dijminantiyê pêşve dikeve heye û bi polîtîkayên ku dixwaze di bin navê xwedîderketinê de jinan hepsî malê bike dixwaze welat rêve bibe.   Banga me ji bo jinan ev e; ji bo jiyeneke nû werin em bi hev re di 28'ê Gulanê de rejîma yek zilamî têk bibin û ji guhertinê re bibin çira! Ji bo ku em careke din hêza jinan nîşanî dijiminên wan bidin."