TKDF ji wekîlan re name şand: Çav û guhê xwe vekin 2018-04-14 13:17:58 STENBOL - Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiye TKDF), li dijî pêşnûneya zagona îstîsmara zarokan û xesandina kimyewî ku têkeve TCK'ê nameyek vekirî ji parlamenteran re xşandin û ji parlamenteran xwestin ku çav û guhrê xwe vekin.  Serokwezîr Bînalî Yildirim tevî hemû bertek û nerazîbûnên civakê pêşnûmeya der barê îstîsmara zarokan û xesandina kîmyewi ku ji aliyê Wezareta Dadê ve hat amadekirin pêşkêşî Meclîsa Tirkiye kir. Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiye TKDF), li dijî pêşnûneya zagona îstîsmara zarokan û xesandina kimyewî ku têkeve Zagona Ceza ya Tirk (TCK) nameyek vekirî ji parlamenteran re xşandin û ji parlamenteran xwestin ku çav û guhrê xwe vekin. TKDF, diyar kir ku ev pêşnûmeya zagonê tenê xapandin û çavan boyax dike û xwest wekîl çav û guherên xwe vekin û rastiyê bibînin.    TKDF’ê di nameya ku ji wekîlên meclîsê re şandin de, diyar kirin ku gelek caran dîtin ku guhertina zagonên hêjmar 5237, 6545 û 6763 yên der barê sucdariyên zayendî de pirsgirêkên cewherî çareser nakin û dijberî vê yekê suc zêde bune. TKDF'ê di nameyê de wiha got: "Em wekî Federasyon bi dehan salin li qadê xebatê dikin. Me gelek caran hişyariyên xwe parve kirin em carek din bi dengê bilind hişyariya xwe bi were parve dikin. Ev pêşnûma ji bo çavê civakê bigirin û civakê bêdeng bikin derdixin. Her ku cînayet pêk tê bi gotina "Me zagon çêkir" dixwazin civakê bêdeng bikin. Dixwazin ser van buyeran bigirin. Lê geşedanên ku rû didin û derdikevin pêşberî me nîşan didin ku rastî ne wisa ye. Di vê pêşnûnayê de diyar dikin ku kesê ceza bistîne divê ne karmendê dewletê be. Li gorî hikmê xala 103'an a TCK’ê kesê vî sûcî bike, herî kêm divê 3 sal ceza bigire. Li gorî vê xalê divê kesê tev li vî sûcî bibe ne pêkan be disa wekî karmendê dewletê karê xwe berdewam bike. Lê tişta tê xwestin dixwazin mejiyê raya giştî tev li hev bikin."    HER KES HETA 18 SALÎ ZAROK E    TKDF'ê di berdewama nameyê de da zanîn ku sînorê temen ji 15 salî daxistina 12 salî pir talûke ye û wiha got: "Li gorî peymana Der barê Mafê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, her kes heta 18 salî zarok e. Sînorê 12 salî qet nayê qebûlkirin.    XESANDINA KÎMYEWÎ GELEK MAFAN BINPÊ DIKE   Pêkanîna xesandina kîmyewî gelek mafên ku ji aliyê Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ve hatiye parastin binpê dike. Parastina mafê jiyanê, parastina yekparebûna fîzîkî ya kes tê îhlalkirin. Bandorê li ser tenduristiya mirov dike. Disa di pêşnûnamyê de ji bo parastina mafê zarokên rastî îstîsmara zayendi hatin bên tedawîkirin û piştgiriya rehabilitasyonê tu guhertin û rastkirin nehatiye kirin.  Disa di pêşnûmayê de der barê sûcên destnedayîna zayendî, zewaca zorê di milê zagonî û hiqûqî de tu rastkirin nehatiye kirin. Bi kurtasî li şûna hiqûqnas xal bi xal lêkolîn bikin û encama wê bibînin wekî nepoxekê nepixandine û pêşkêş dikin. Rê û rêbaza sûcên îstîsmarê û parastina zarokên rastî îstîsmarê hatine ne bi awayekî giran cezakirina faîlan e. Ya muhîm divê rê li pêş sûcên nû bê girtin. Pirsgirêk ne guhertina zagonan e. Pirsgirêk qalîteya darizandinê ye. Dîsa hişmendiya di nava pergala darazê de ye. Pirsgirêk Peymana Stenbol a Navneteweyî li ber çavan nayê girtin û vê peymanê naxin meriyetê.   Ji ber vê yekê em wekilên me yên rêzdar dîsa hişyar dikin ku çav û guhên xwe vekin û nebin rêveber û wekilên bê wezîfe. Em bang li hemû wekîlan dikin ku li zarokan xwedî derkevin û vê pêşnûmayê red bikin."