Dayikên Aştiyê hatin berdan 2023-06-09 11:55:14   ANTALYA - Dayikên Aştiyê yên li Antalyayê hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Antalyayê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ku bi îdiaya “temînkirina fînansekirina rêxistinê” da destpêkirin de polîsan duh serê sibehê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de dayikên aştiyê Fatma Gun, Emîne Tekmenuray, Zekiye Alak, Hulya Ayik, Huzna Goksel, Ayşe Arslan, Valîde Kaplan û Emîne Arslan bi hinceta pere ji girtiyan re şandine hatin binçavkirin. 8 dayikên ku bi şandina pereyan a ji girtîgehê re tên sûcdarkirin piştî kirariyên wan ên li Miduriyeta Polîsan a Antalyayê sewqî edliyeyê hatin kirin. 8 dayik piştî îfadeyên dozgeriyê hatin berdan.