Di doza Komeleya Jinan a Rosayê de Gultekînê jî beraet kir 2023-06-19 14:46:20   AMED - Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn a bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, beraet kir.    Bi îdiaya “bi rêxistinê re têkiliya wan heye” derbarê endam û rêveberên Komeleya Jinan a Rosayê de doz hate vekirin. Dadgeha ku ewilî derbarê Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş de biryara beraetê dabû, piştre jî derbarê Fatma Gultekînê de jî biryara beraetê da. Dozên derbarê Seroka komeleyê ya berê Ayla Akat Ata û parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya ku pişt re bûbû serok de hatine vekirin, berdewam dikin.     Di danişîna li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin de, Gultekîn û parêzerê wê Şeyhmûs Bayhan amade bûn. Dozgerî îdianameya ku di danişîna beriya niha de ji Gultekînê re ceza dixwest dubare kir.   ‘JI BER NASNAMEYA JIN’   Gultekînê di parastina xwe de ev tişt gotin. “Sepanên li ser min tên meşandin, têkildarî nasnameya min a jin û ji ber cihê ez lê me, tên meşandin. Ez ji ber kirinên xwe yên ji hêla hevpeymanên navneteweyî hatine qebûlkirin ve têm darizandin.” Gultekîn pişti parastina xwe kir, beraeta xwe xwest.    Parêzer Bayhan jî da zanîn ku gotinên şahidên vekirî û nepen rast nîn in û biryara beraetê ya doza Komeleya Jinan a Rosayê ya derbarê Elîf Îpek Tîrenç Ûlaş de hatiye dayîn, nişan da û beraeta muwekîla xwe xwest.    Şandeya dadgehê biryar da ku kirinên Gultekînê diyar in û ji sûcdariyên “endamtiya rêxistinê” û “pesnê sûc û sucdar dayînê” derbarê Gultekînê de biryara beraetê da.