TJA’yê bertek nîşanî êrişan da: Têkoşîna azadiyê ya jinan di hedefê de ye 2023-06-21 15:08:15 AMED - TJA’yê têkildarî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş ku di encama êrişa Tirkiyeyê de hate qetilkirin daxuyanî da. TJA’yê diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinê di hedefê de ye û bang li qada navneteweyî kir ku li dijî van êrişan bikevin nava liv û tevgerê.    Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş ku di encama êrişa bi Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk de hate qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk modêla demokratîk a ji hêla gelê kurd û gelên din ên herêmê ve hatiye avakirin hedef digire.    TJA’yê destnîşan kir ku di êrişan de jinên pêşeng ên têkoşîna azadiyê hedef tên girtin û Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn Botan, Hevrîn Xelef, Nagihan Akarsel û Evîn Goyî ên di encama êriş û koordînasyona dewleta tirk de hatine qetilkirin bi bîr xist.    BANGA JI BO RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ   Di daxuyaniyê de TJA’yê got ku di encama êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş hatiye qetilkirin û wiha bi dawî kir: “Bi qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş re bloqa faşîst a AKP-MHP’ê û tifaqên wê yên qirêjî yên herêmî armanc dikin ku têkoşîna azadiyê ya gelê kurd a li her çar parçeyan tesfiye bikin. Armanc ew e ku qirkirina sedsal berê netewe dewletan li ser lihev kiribû temam bikin. Têkoşîna îro li Rojava li dijî tarîtiya DAIŞ’ê tê meşandin û modêla neteweya demokratîk a hatiye avakirin, ji bo gelên bindest ên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê. Banga me ji bo raya giştî ya navneteweyî ew e ku li dijî êriş û hewldanên Tirkiye û tifaqên wê yên qirêjî yên herêmî yên li dijî Rojava û têkoşîna azadiyê ya jinan, bikevin nava liv û tevgerê.”