TJA’yê êrişa li Qamişloyê protesto kir: Divê rê li ber van êrişan were girtin 2023-06-22 16:20:47   NAVENDA NÛÇEYAN - TJA’yê bertek nîşanî bêdengiya êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da û wiha got: “Ev sûîqest, li dijî jina azad hatiye kirin. Divê pêşî li ber van êrişên li pêş çavên hemû cîhanê tên kirin were girtin.”    Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan ê suryan Firat Tûma li gelek bajaran daxuyanî da û êriş protesto kir.    WAN   Pêkhateyên TJA’yê ya Wanê têkildarî mijarê li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê daxuyanî da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sezaî Temellî, Mahmût Dundar, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, gelek rêveberên HDP’ê û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên kesên di êrişê de hatine qetilkirin hatin hilgirtin û pankarta “Li dijî polîtîkayên şer, li dijî qetliaman, li dijî tecrîdê bijî berxwedana gelê kurd” hate vekirin. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Sayyîgît di daxuyaniyê de axivî û got ku îktîdara AKP’ê xwe bi siyaseta dijminatî, şer û pevçûnan dide jiyîn û ev tişt anî ziman: “Şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sala 2011’ê heta niha didome. Ev şer bû sedema koçberbûna bi milyonan mirovan. Hêzên herêmî û navneteweyî yên rê li ber polîtîkayên aştiyê digirin, di van komkujî û rûxandinan de xwedî par in.”    Sayyîgît, êrişa li Qamişloyê bi bîr xist û wiha pê de çû: “Hevseroka Kantona Qamişloyê Yûsra Derwêş, cîgira wê Leyman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma pêr di êrişeke bi SÎHA’yan de hatin qetilkirin. Ev êriş, li dijî gelê kurd ê welatê xwe, gelê xwe û îradeya xwe li dijî DAIŞ’ê diparêze tê kirin. Ev sûîqest, li dijî jina azad û li dijî avadaniyên di nava lêgerîna avakirina civaka azad de tên kirin. Divê ev êriş û sûîqestên li pêş çavên hemû cîhanê tên kirin tavilê bên sekinandin. Ji bo vê jî divê rêxistinên girseyî yên demokratîk û hemû derdorên li dijî şer bikevin nava liv û tevgerê. Em ne teslîmî tarîtiya DAIŞ’ê bûn û ne jî teslîmî dagirkeriya nokerên wan bûn. Bila her kes bizane ku di encama têkoşîna azadiyê ya jinên kurd de li hemû qadên cîhanê îro felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ belav dibe. Ev yek nîşan dide ku ev sedsal dê bibe sedsala jin û gelê kurd. Em li vir soz didin ên jiyana xwe ji dest dayî. Ji bo jiyaneke civakî ya li ser pîvanên wan ava bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.    AGIRÎ   TJA’yê li pêşiya avahiya HDP’a Bazîd a Agiriyê jî daxuyanî da. Rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Agiriyê Nejla Demîr tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Parlamenter Demîr ve hate xwendin. Demîr, ev tişt anî ziman: “Li Herêma Federe ya Kurdistanê çekên kîmyewî tên bikaranîn, bi hevkariya Hikûmeta Iraqê hewl dan hene ku Şengalê bêstatû were hiştin, Mexmûr tê dorpêçkirin, her roj bi hewayî û bi destê çeteyan li dijî sivîlên Rojava êriş tên kirin, nexweşxane tên bombebarankirin û qadên sivîlan hedef tên girtin. Li Silêmaniyeyê Zekî Çelebî, Nagihan Akarsel, Huseyîn Arasan, li Rojava jî Hevrîn Xelef û rêhevalên wê hatin qetilkirin. Cînayetên du roj berê li Qamişloyê hatine kirin, êrişeke li dijî paradîgmaya azadîxwaziya jinê, demokratîk û jiyana ekolojîk e. Bi van înfazan û komkujiyên kiryarnediyar re di pirsgirêka kurd de neçareseriyê kûrtir dikin.”