MKGP: Di 3 mehan de 25 rojnamevanên jin hatin darizandin 2023-07-03 16:14:51 AMED - Platforma Rojnamevanên Jin a Mezopotamya diyar kir ku di 3 mehên dawî de 14 rojnamevanên jin hatine binçavkirin û 25 rojnamevanên jin jî hatine darizandin.    Rapora Binpêkirina Mafên Jinên Rojnamevan a Platforma Rojnnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) ya sê mehan nîsan, gulan, hezîranê parve kir.    Berfirehiya rapora MKGP’ê wiha ye:    “Di her şeş mehên ewil ên sala 2023'yan de jî di destpêkê de jin, bi tevahî tundî, zext, zordestî li xebatkarên çapemeniya azad hat kirin. Rojnameger hatin binçavkirin, hatin girtin, karên wan hatin astengkirin. Wekî her demê di vê pêvajoyê de jî tundiya mêr dewletê li pêş bû û di pêvajoyeke wiha de rojnamegeran karê xwe dewam kirin û dîsa ked dan. Jinên rojnameger her çiqas bên astengkirin jî wan ji heqîqeta ku dişopandin gav paşde neavêtin. Hem li Kurdistan hem jî li Tirkiyeyê jinên rojnameger di 6 mehên ewil ên sala 2023'yan de li qadan bi polîtîkayên zayendperest û dijminatiya jinê dikin rû bi rû man. Di 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de tundî li jinên rojnameger hatin kirin. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglu di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de bi destên kelepçekirî 15 saetan ji Amedê heta Enqereyê tundî lê hat kirin. Rojnamegerên jin di vê pêvajoyê de jî bi her cure tundî û zextê rû bi rû hatin hiştin.   Di vê pêvajoya ku destkeftiyên jinan û zagonên wan diparêzin tên hedefgirtin de jinên rojnameger dîsa nûçeyên keda jinê derdixin pêş û dibe dengê civakê çêkirin. Jinên rojnemger li dijî polîtîkayên çewisandinê dîsa li qadan li dû nûçeyên xwe bûn. Îktidara heyî hemû derfetên dewletê bi kar anî û xwest pênûsa jinên rojnameger bitewîne. Hat xwestin kedkarên çapemeniya azad bên hepiskirin. Tevî hemû zextan wê kevneşopiya çapemeniya azad a ji pênûsa Gurbeteli Ersoz û Musa Anter hêzê digire bidome, wê xebatkarên çapemeniya azad li dijî çapemeniya mêr serî netewîne û ji bo bi ser bikeve wê têkoşîna xwe bidomîne.    NÎSAN   Di meha nîsanê de binpêkirina mafên ewlehî, aborî, civakî, mafê jiyanê, azadiya fikir û raman ya jinên rojnameger dewam kirin.    3’yê Nîsana 2023’yan: Piştî nîqaşa li ser dengê mukerrer ên di hejmartina temayulê ya namzetiya parlamenteriya herêma duyemîn a Enqereyê ya Îyi Partiyê de derket pevçûnê rû da. Di wê demê de êriş li nûçegîhana tv100 Sibel Can jî hat kirin. Sibelê li ser vê yekê di weşana zindî de wiha gotibû:”Pevçûnên bi devkî hebûn. Me jî hewl dida deng û dîmen bigirin. Di wê demê de yekî telefona min girt. Min got ez xebatkara çapemeniyê me. Mirovan hewl dan kamerayê daxin jêr. Hewl hat dayin ku mudaxaleya fîzîkî li hemberî min pêk were.”   3’yê Nîsana 2023’yan: Bi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat meşandin rojnameger û xebatkara kovara Demokratik Modernite Sema Korkmaz hat binçavkirin. Semaya ji aliyê dozgeriyê ve bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hat kirin di 6’ê Nîsanê bi tedbîra kontrola edlî hat berdan.    5’ê Nîsana 2023’yan: Lijneya Bilind a Televizyon û Radyoyê (RTUK), bi hinceta pêşkêşvana Nûçeyên Sereke Gulbin Tosun axaftina parastina mafên jinan kiriye û nasnameya xwe ya mensûba çapemeniyê ya di weşanê de li aliyekî hiştiye û wekî nûnera partiyeke siyasî ya mûxalefet helwest nîşan daye cezayê pereyê îdarî yê ji sedî sisê li qenala FOX TV’yê birî.    5’ê Nîsana 2023’yan: Ji ber giliyê Serokê Ragihandinê Fahrettin Altun ên derbarê rojnameger Olcay Buyuktaş, Hazal Ocak, Îpek Ozbey de bi sûcên “Hedefgirtina kesên di peywira li dijî terodê de cih girtine”,”Binpêkirina veşartina jiyana taybet” Olcay, Hazal, Îpek hatin darizandin. 8’emîn rûniştina doza rojnameger jê dihatin darizandin li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Parêzerên Fahrettin tevlî rûniştinê nebûn. Ji ber dozgerekî nû hatibû tayinkirin loma ji bo lêkolînkirina dosyayê dem hat xwestin. Dadgeha ku ev daxwaza demê qebûl kir biryar da dosya ji meqama îddiayê bê şandin. Doz taloqî 7’ê Tîrmehê hat kirin.    6’ê Nîsana 2023’yan: Rojnamegera girtî Neşe Toprak bi munasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji bo JINNEWS’ê li ser xavikekê wêneyê Jîna Emînî xêz kir û name nivîsand. Îdareya girtîgehê ev yek wekî “talûkeyekê” dît û dest xist ser name û laçika ku wêneyê Jîna Emînî li ser hatibû xêzkirin.    7’ê Nîsana 2023’yan: Nûçegîhana rojnameya Cumhuriyetê Rengin Temoçin nûçeya “Rektorê Zanîngeha Şirnexê Mehmet Emin Erkan dest xist ser erdê cemaweriyê” çêkiribû û di 20’ê Gulana 2022’yan de li ser rojnameya Cumhuriyetê hatibû weşandin. Li ser vê yekê Mehmet Emin giliyê Rengînê kir. Li ser vê giliyê, li Rengînê bi iddiaya “derew”,”heqaret”,”bidestxistin û belavkirina daneyên kesayetî” ji 3 sûcan doz hat vekirin.    8’ê Nîsana 2023’yan: Ji ber Dayikên Şemiyê û Mirovên Şemiyê di 8’ê Nîsana 2023’yan de li Meydana Galatasarayê ji bo çalakiya hefteya 941’ê kom bûn êriş li wan hat kirin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Polîsan di dema mudaxaleyê de girtina dîmenan a rojnamegeran asteng kirin.    10’ê Nîsana 2023’yan: Derbarê rojnameger Aslihan Gençay de bi hinceta di 29’ê Kanûna 2022’yan de nûçeya “Lêgerîna Tazî ya bi Dawî Nabe” çêkiriye bi iddiaya “Belavkirina agahiya xapandinê” lêpirsîn hat destpêkirin. Derbarê lêpirsîna hat destpêkirin de biryara neşopandinê hat dayin. Aslihanê bi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hatibû meşandin di 25’ê Adarê de çûbû Muduriyeta Emniyetê û îfade dabû.    12’ê Nîsana 2023’yan: Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji bo rojnamegerên girtî Neşe Toprak, Elif Ungur, Remziye Temel û Esmer Tunç a ne girtî tê darizandin îddianame amade kir. Îddianameya ji 728 rûpelan pêk tê ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat pejirandin û roja rûniştinê wekî 11’ê Tîrmehê hat diyarkirin. Dozgeriyê dosyayên Gulşen Koçuk, Safiye Alagaş, Ayşe Kara, Ayşe Guney cuda kir.   13’ê Nîsana 2023’yan: Rûniştina yekem a Rojnameger Rabia Çetin a doza bi sûcên “Hedefgirtina kesên di têkoşîna terorê de cihê xwe girtine” û “Heqareta li peywirdarên cemaweriyê” Rabia jê dihat darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Doz taloqî 13’ê Îlonê hat kirin.    14’ê Nîsana 2023’yan: Rojnameger Dilan Akyol dema ji mala xwe ya li Kuçeya xwe ya li navçeya Muratpaşa ya Antalyayê derdiket hat binçavkirin. Dîlanê bi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê hatibû destpêkirin hat binçavkirin. Nûçeyên Dîlanê yên di sala 2016’an de çêkirine wekî hincet hatin nîşandan û bi îddiaya “Propagandaya rêxistinê” li Şaxa TEM’ê ya Muduriyeta Emniyetê îfadeya wê hat girtin. Piştî îfadeyê Dîlanê hat berdan.    22’yê Nîsana 2023’yan: Li Meydana Galatasarayê Dayikên Şemiyê xwestin bi munasebeta cejnê qurnefîlan daynin. Polîsan Dayikên Şemiyê asteng kirin û dorpêç kirin. Her wiha polîsan nehiştin xebatkarên çapemeniyê şopandina nûçeyê bikin.    22’yê Nîsana 2023’yan:  Edîtora JINNEWS’ê rojnameger Gulşen Koçuk bi çarçoveya du lêpirsînên derbarê wê de hat binçavkirin. Gulşena hat binçavkirin piştî dayina îfadeyê hat berdan.    24’ê Nîsana 2023’yan: Parvekirina 5 sal berê ya bi rêya medyaya dîjîtal a Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ceylan Şahinli wekî hincet hat nîşandan û bi sûcê “Propagandaya terorê” doz li Ceylanê hat vekirin. Ji aliyê mubaşiran ve hat astengkirin ku rojnameger rûniştina dozê bişopînin.    25’ê Nîsana 2023’yan: Di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amed de nûçegîhana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer hat binçavkirin.    25’ê Nîsana 2023’yan: Li ser giliyên parêzerê berê yê Serokkomar Tayyip Erdogan, Mustafa Dogan Înal bi sûcê “îftira”,”heqaret” doz li Derhênera Weşanê ya berê ya Bianetê Nazan Ozcan hat vekirin. Rûniştina biryarê li 34’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê hat dîtin. Biryara bereatê hat dayin.    25’ê Nîsana 2023’yan: Parvekirina li ser medyaya dîjîtal a Rojnameger Eylul Deniz Yaşar û çalakiyeke 5 sal berê wekî hincet hat nîşandan û bi sûcê “Propagandaya rêxistina terorê” doz li Eylulê hat vekirin. Rûniştina ewil a dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Doz taloqî 22’yê Hezîranê hat kirin.    27’ê Nîsana 2023’yan: Nûçeya bi serenavê “Demiroren tê dawiya rê. Qeyûmên Bankaya Ziraatê çi xwestin? Em bi dîroka wê eşkere dikin” a Rojnameger Canan Kaya wekî hincet hat nîşandan û doz lê hat vekirin. 4’emîn rûniştina dozê li 39’emîn Dadgeha Hiqûqa Esliyeyê hat dîtin. Doz taloqî 18’ê Tîrmehê hat kirin.    27’ê Nîsana 2023’yan: Rûniştina yekemîn a doza Rojnameger Elif Akgul a bi sûcê “Biçûkxistina gelê tirk” jê dihat darizandin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya Stenbolê hat dîtin.    27’ê Nîsana 2023’yan: Rojnameger Bêrîtan Canozer a bi sûcê “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê hat kirin, hat girtin.    28’ê Nîsana 2023’yan: Buroya Sûcên Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komarê ya Anadoloyê ya Stenbolê derbarê Xwediyê Îmtiyazê ya Medya Korîdoru û Gerînendeya Weşanê ya Giştî Canan Kaya de bi hinceta weşana erdhejê ya li ser youtubeyê ya di 13’ê Sibata 2023’yan de, ji ber sûcê “Belavkirina agahiyên xapandinê” lêpirsîn lê hat vekirin.     29’ê Nîsana 2023’yan: Bi hinceta lêpirsîna navenda wê Enqere li hinek bajaran bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu hat binçavkirin.    29’ê Nîsana 2023’yan: Rojnameger Zeynep Kuray, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Serpil Unal, Yadigar Aygun, Esra Soybir ji ber li ber Opereya Sureyya ya li Kadikoyê bertek nîşanî binçavkirina rojnameran dan, hatin binçavkirin. Li vir polîsan tundî li rojnamegerên ku xwestin dîmen bigirin, kirin. Rojnamegerên tundî li wan hatin kirin roja din hatin berdan.    30’yê Nîsana 2023’yan: Bi hinceta lêpirsînên navenda wê li Eskişehir û Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin û editora ETHA’yê Nadiye Namoglu Gurbuz hat binçavkirin.    GULAN   Di meha gulanê de jî tundî, zext û binpêkirina mafên jinên rojnameger dewam kirin. Di meha nîsanê de binpêkirina mafên ewlehî, aborî, civakî, mafê jiyanê, azadiya fikir û raman ya jinên rojnameger dewam kirin.    1’ê Gulanê: Polîsan êrişî rojnameger Zeynep Kuray a nûçe dişopand, kirin. Polîsan piştre bi porê wê girtin û li erdê kaş kirin. Tevî Zeynepê got ez rojanemger im jî dîsa hat binçavkirin.    3’yê Gulanê: Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû li 15 bajaran bi ser malan de hat girtin. Dadgehê derbarê Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu û edîtorê ajansa MA’yê Sedat Yilmaz, Erol Balci, Abdurrahim Tanyeli û Ramazan Debe de biryara girtinê da.    3’yê Gulanê: Îddianameya derbarê Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS’ê Safiye Alagaş de hat amadekirin li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin. Di îddianameyê de nûçeyên Safiye amade kirine wekî delîlên sûc hatin qebûlkirin.    6’ê Gulanê: Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya 945’an de rojnamegeran xwestin êrişa polîsan bigirin qamerayê lê belê rojnameger hatin astengkirin.    8’ê Gulanê: Di 28’ê Mijdara 2021’ê de li Enqereyê rojnameger Oznur Deger dema çalakiya “Em nikarin debara xwe bikin” dişopand hat binçavkirin û doz li Oznurê hat vekirin. Rûniştina dozê li 18’emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin û rûniştin taloqî 10’ê Tîrmehê hat kirin.    12’ê Gulanê: Bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Eskişehir û Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê  Pinar Gayip îfade da Serdozgeriya Komarê ya Eskişehirê. Dadgeriyê biryar da ku Pinarê serbest bimîne.    16’ê Gulanê: Bi çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di 25’ê Cotmeha 2022’yan de endamên me Habibe Eren, Oznur Deger, Diren Yurtsever, Berivan Altan, Ceylan Şahinli, Zemo Aggoz hatin binçavkirin û di 29’ê Cotmehê de  Habibe Eren, Oznur Deger, Diren Yurtsever, Berivan Altan, Ceylan Şahinli hatin girtin. Rûniştina ewil li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Di rûniştinê de ji xeynî Hamdullah Bayram hemû rojnameger hatin berdan.    24’ê Gulanê de: Derbarê nûçegîhana MA’yê Yusra Batihan de, bi hinceta parvekirina li ser medyaya dîjîtal lêpirsîn hat destpêkirin. Yusrayê di çarçoveya lêpirsînê de îfade da.    24’ê Gulanê de: 6 sal û 3 meh cezayê li Koordînatora Bernameyê ya ÎMC TV’yê Ayşegul Dogan hat birîn piştî ku li dadgeha îstinafê hat xerakirin rûniştina dozê ji nû de dest pê kir. Rûniştina dozê li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran dest pê kir. Doz hat taloqkirin.    25’ê Gulanê: Derbarê nûçegîhana JINNEWS’ê Dîlan Babat de bi hinceta di 13’ê Cotmeha 2022’yan de merasîma cenazeyê Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin şopandiye bi hinceta “Hedefgirtina kesên di têkoşîna terorê de cihê xwe girtine” doz hat vekirin. Rûniştina ewil li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hat dîtin. Rûniştin hat taloqkirin.    27’ê Gulanê: Çalakiya 948’emîn a Dayikên Şemiyê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Kêşa dîmenên êrişa polîsan a ji aliyê rojnamegeran ve dihat kirin hat astengkirin.    31’ê Gulanê: Rojnameger Bêrivan Kutlu, Zelal Tunç, Elfazi Toral meşa piştî mîtinga HDP’ê ya 1’ê Îlona 2022’yan şopandin û polîsan hem çek li Elfazî kişandin hem jî gef li rojnamegeran xwarin. Li ser vê yekê giliyê polîsan li Serdozgeriya Komarê ya Wanê hat kirin. Ji bo lêpirsînê destûr nehat dayin.    28’ê Gulanê: Parlamenterê AKP’ê yê Mêrdînê Faruk Kiliç, li Dibistana Seretayî ya Sitki Turkoglu ya navçeya Qosera Mêrdînê bi peywirdarên sindoqan sohbet kir. Di vê navberê de destûr neda Nûçegîhana JINNEWS’ê Oznur Deger bi hinceta “Binpêkirina jiyana taybet” kêşanê bike. Lê belê Faruk bi xwe dîmenên serdana li ser sindoqan li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir. Oznura bi gefxwarin û heqaretan rû bi rû ma ji bo gilîkirinê çû emniyetê lê belê li ser daxwaza parlamenterê AKP’ê polîsên li emniyetê dest xistin ser telefona Oznurê.    HEZÎRAN   Di meha hezîranê de binpêkirina mafên ewlehî, aborî, civakî, mafê jiyanê, azadiya fikir û raman ya jinên rojnameger dewam kirin.   1’ê Hezîranê: Doza tezmînatê ya 150 hezar a li rojnameger Şirin Payzin û Halk TV’yê hatibû vekirin hat redkirin.    6’ê Hezîranê: 6’emîn rûniştina doza rojnameger Evrîm Kepenek bi sûcê “heqaretê” jê dihat darizandin li Selçuk AsCM’ê hat dîtin.    12’ê Hezîranê: 8’emîn rûniştina doza Mizgin Fendik, Pinar Tarlak, Reyhan Hacioglu, Îhsan Yaşar, Îshak Yasul, Mehmet Ali Çelebi û Hicran Urun di çarçoveya “Doza Ozgurlukçu Demokrasi” de jê dihatin darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin.    12’ê Hezîranê: Nûçegîhana MA’yê Ceylan Şahinli ji doza bi sûcê “propagandaya terorê” jê dihat darizandin bereat kir.    13’ê Hezîranê: 22’yemîn rûniştina editora ETHA’yê Îsminaz Temel û nûçegîhan Havva Cuştan jî di nav de bi tevahî 23 kes jê dihat darizandin, hat dîtin.    13’ê Hezîranê: Rojnameger Canan Coşkun ji doza jê dihat darizandin bereat kir.    13’ê Hezîranê: Doza rojnameger Nazli Ilicak jê dihat darizandin piştî ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin ji nû de hat dîtin.    15’ê Hezîranê: Mudura Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş hat tehliyekirin.    17’ê Hezîranê: Li dijî Dayikên Şemiyê yên xwestin çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin êriş pêk hat û rojnameger jî li vir hatin astengkirin.    20’ê Hezîranê: Ji bo rojnameger Îzel Sezer salek û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.    21’ê Hezîranê: Doza tezmînatê ya li nivîskara Rojnameya Evrenselê Ceren Sozeri hatibû vekirin hat taloqkirin.    21’ê Hezîranê: Rûniştina Doza Roja Aştiyê ya Cîhanê ya rojnameger Zîlan Azad jî di nav de bi tevahî li 100 kesî hatibû vekirin hat dîtin. Rûniştin taloqî meha cotmehê hat kirin.    22’yê Hezîranê: Rojnameger Sedef Kabaş a ji ber doza bi sûcê “heqaret li serokkomar kiriye” lê hatibû vekirin derket pêşberî dadger.    22’yê Hezîranê: Bi hinceta parvekirinên li ser hesabê medyaya civakî hat xwestin rojnameger Eylul Deniz Yaşar bê cezakirin.    23’ê Hezîranê: Rojnameger Sibel Yukler, Yildiz Tar û Deniz Nazlim li dijî girtina rojnamegerên li Amedê xwestibûn daxuyaniya çapemeniyê bidin lê belê hatibûn binçavkirin û piştre derbarê wan de doz hat vekirin.    23’yê Hezîranê: Derbarê nûçegîhana JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer de biryara tehliyekirinê hat dayin.    LÎSTEYA ROJNAMEGERÊN GIRTÎ:   1.Derya Ren – Nûçegîhana JINNEWS’ê   2.Devrim Ayik – Xebatkara Kovara Ozgur Halkê   3.Dicle Muftuoglu – Hevseroka DFG’ê   4.Dilan Oynaş – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat    5.Elif Ersoy – Berpirsiyara Karê Nivîsê ya Kovara Yuruyuş    6.Elif Ungur – Pêşkêşvana bernameyan    7.Hatice Duman – Mudura Karê Nivîsê û xwediya Rojnameya Atilimê    8.Nadiye Gurbuz - Editora ETHA’yê    9.Neşe Toprak - Pêşkêşvana bernameyan    10.Ozlem Seyhan – Rojnameger   11.Remziye Temel- Hesabgir   12.Sîbel Mustafaoglu – Xebatkara Rojnameya Azadiya Welat    13.Tulay Canpolat – Nûçegîhana Rojnameya Sabahê ya Enqereyê   14.Ozden Kinik – Xebatkara TRT’yê   *Ev daneyan ji DFG, CFWIJ, MLSA, TGS, DİSK-Basın û ji ajansan hatine komkirin û hejmara herî kêm rave dike.