EŞÎK ji bo destkeftiyên jinan dest bi hevdîtinan kir 2023-07-20 10:28:47 STENBOL - Endama EŞÎK’ê parêzer Merve Çîftçî Devran diyar kir ku wan bi parlamenterên jin re  dest bi hevdîtinan kiriye û wiha got: “Armanca me ew e ku em hemû parlamenter û dilxwazên jin ên EŞÎK’ê bînin ba hev û feraseta binpêkirinên li ser tevgera jinan derxînin holê.”   Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) ku li Meclisê xebatên kontrolkirinê bi rê ve dibe û di mijara destkeftiyên jinan de raporan amade dike, ji bo jiyaneke bêtundî di serî de plana çalakiya lezgîn bi pênc daxwazên lezgîn bi parlamenterên jin re hevdîtinê li dar dixe. EŞÎK, armanc dike bi parlamenterên jin re bê ba hev û feraseta binpêkirinên li ser tevgera jinan derxînin holê.    Endama EŞÎK’ê parêzer Merve Çîftçî Devran têkildarî tundiya li ser jinan a zêde dibe, hedefgirtina destkeftiyên jinan û têkoşîna jinan a li dijî van nirxandin kirin.    Devran, bal kişand ku di dîroka Tirkiyeyê de piraniya Meclisê ya herî mezin a dijminên jinan e hatiye avakirin, têkildarî mafên jinan paşveçûneke cidî dê were rojevê û anî ziman ku di vê mijarê de gelek kar dikeve li ser milên parlamenteran. Devran qala hilbijartinên herêmî kir û diyar kir ku di serdema nû de ji bilî nîqaşên qanûna bingehîn dibe ku guhertinên li ser qanûna bi hejmara 6284’an bê rojevê.    DESTKEFTIYÊN JINAN DI HEDEFÊ DE NE   Devran, bi bîr xist ku di kampanyayên di pêvajoya hilbijartinê de ji aliyê desthjilatê ve dihatin bi rê ve birin de destkeftiyên jinan hedef hatin girtin û wiha got: “Di pêvajoya hilbijartinan de gotinên li dijî qanûna Peymana Stenbolê û qanûna bi hejmara 6284’an gotin hatin gotin û hemû qanûnên mafê jiyanê yê jinan diparêzer û sazî hedef hatin girtin. LGBTÎ di her kêliya hilbijartinê de hedef hatin nîşandan.”   ‘MECLISA LI DIJÎ JINAN ŞER ÎLAN KIR’    Devran, têkildarî hedefgirtina qanûna bi hejmara 6284’an ev tişt got: “Desthilat û pêkhateyên wê dixwazin bi vê qanûnê rê li ber pir hevjîniyê veke. Mecliseke ku li dijî mafên jinan şer îlan kiriye heye. Niha li Tirkiyeyê rojê 3 jin ji aliyê xizmên xwe ve tên kuştin. Cînayetên jinan veguheriye qirkirina cinsî. Lê desthilat û mûxalefet çavê xwe li vê yekê digire. Ev jî tê re nake her tim mafê nefeqe yên jinan tînin rojevê. Ez difikirim ku wê piştî hilbijartinên herêmî dê êrişan zêdetir bikin.”   FERASETA LI SER JINAN DERXÎNIN HOLÊ    Devran, da zanîn ku weke EŞÎK têkildarî tabloya piştî hilbijartinê derketiye holê bi hin parlamenterên jin re hevdîtin kirine û wiha berdewam kir: “Me di hevdîtinan de diyar kiribû ku ji bo jiyaneke bêtundî di serî de plana çalakiya lezgîn bi pênc daxwazên lezgîn bi parlamenterên jin re hevdîtinê li dar dixin. Di vê mijarê de gelek kar dikeve li ser milê parlamenterên jin. Armanca me ya din ew e ku hemû parlamenter û dilxwazên EŞÎK’ê yên jin bînin ba hev û bi awayekî xurttir feraseta binpêkirinên li ser tevgera jinan derxînin holê.”   Devran, diyar kir ku dixwazin bi hemû parlamenterên jin ên partiyên siyasî re rû bi rû hevdîtinê bikin û di berdewama wê de ji hemû partiyên siyasî bi parlamenterên jin re bi awayekî online civînekê li dar bixin.    DI HILBIJARTINÊN HERÊMÎ DE NÛNERTIYA JINAN    Devran, bal kişand ku li Meclisê nûnertiya jinan kêm e û destnîşan kir ku divê di hilbijartinên herêmî de namzetên jin zêdetir bin.  Devran, qala girîngiya nûneriya jinan a di rêveberiyên herêmî de kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dema hejmara jinan zêde bibe, li gorî vê xizmetên şaredariyê jî li gorî jinan pêk tên. Di Meclisa beriya niha de ji xwe nûneriya jinan kêm bû. Niha maye ji sedî 24’an. Niha di hilbijartinên herêmîde bazarên çawa dê çêbibin, dê li dijî mafên jinan êrişên çawa çêbin, bi rastî hizirîna vê ne zehmet e. Ji ber ku beriya hilbijartinan çawa destkeftiyên jinan hedef digirin, em dizanin ku wê êriş jî bi vî awayî berdewam bikin.”   MA / Esra Solîn Dal