Çalagan: Em ê di di 8-9'ê îlonê de konferansa jinan li dar bixin 2023-08-18 13:59:45   ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan di civîna çapemeniyê de diyar kir ku ji bo piştevanî û rêxistinbûna jinan dê têkoşîna xwe mezin bikin û got: "Em ê di 20 û 30'yê tebaxê de jî li navçe û bajaran ji bo konferansê civînan li dar bixin û di 8-9'ê îlonê de jî konferansa xwe li dar bixin."   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan li avahiya Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser mijarên di rojevê de.    Çalagan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser salvegera tayînkirina qeyûman û got: "Bi tayînkirina qeyûman, hurmetê nîşanî vîna ku di sindoqan de derketî nedan, şaredarî hatin xespkirin û niha jî bêusulî û gendelî li şaredariyên ku hatin xespkirin didome. Bi dehan şaredarên me û endamên Meclisê hatin binçavkirin û girtin. Desthilatdara serdest a mêr polîtîkayên xwe yên dijminatiya jinê dike îro jî bi destê qeyûman didomîne."   'EM Ê DEST JI DESTKEFTIYÊN XWE BERNEDIN’    Çalagan diyar kir ku ji sala 2016'an heta niha rejîma qeyûmê navendên ku ji hêla jinan ve hatin vekirin kir hedef û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro binêrin di 7 mehên dawiyê ya sala 2023'an de 227 jin hatin qetilkirin. Mirina 68 jinan wek 'mirina bi guman' derbasî qeydan bû. Di meha tîrmehê de jî 25 jin hatin qetilkirin. Ji wan 23 jin ji hêla mêrên ku pêre zewicandî ve hatin qetilkirin. Ev qetlîam tenê yên ku di çapemeniyê de derketine. Qetlîamên xwe roj bi roj zêde dibin, desthilatdar bi destê qeyûman stargehên jinan girt û rê li ber zêdebûna şîdetê vekir. Cihê ku hilberîn dihat kirin hatin girtin. Jinên ku li dijî şîdetê serî li mekanîzmayên parastinê didin hatin girtin. Agahiyên jinên ku bi şîdetê re rûbirû mane hatin aşkerakirin. Em carek din dibêjin ku jin dê têkoşîna xwe ya li hemberî rejîma qeyûm û polîtîkayên rant û talanê bidomîne. Em dev jî gelê xwe û destkeftiyên xwe bernadin."    POLÎTÎKAYÊN LI DIJÎ JINAN    Çalagan di civînê de wiha behsa şîdeta li hemberî Gultan Kişanak kir: "Piştî vegera ji cenazeyê xwişka xwe Gultan bi şîdetê re rûbirû ma. Ev tişt tê wateya hestên tolhildanê. Bi darbeya qeyûmê Gultan hat girtin. Gultana ku piştî merasîma cenazeyê birin Girtîgeha Xarpêtê bi muameleya xirab re rûbirû ma. Çend mesrefa rê dabe jî bi balafirê nebirin û bi saetan bi rîngê birin. Kesên ku dixwazin serî li Gultanê bitewînin bila sekna wê ya 12'yê Îlonê binêrin. Hem li hindûr û hem jî li derve em ê piştevanî û rêxistinbûna jinê mezin bikin û li dijî desthilatdara serdest a mêr têkoşîna xwe bidomînin."    Çalagan diyar kir ku desthilatdara AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şer, şîdet û dijminatiya jinan welatiyan ber bi xizaniyê ve dibe û niha aborî têk çûye û got: "Em ê li dijî polîtîkayên xizaniyê û polîtîkayên ku jinê bêkar dihêle û kedxwariyê dike bi sebrek mezin têkoşîna xwe bidomînin."   'DAYIKÊN ŞEMIYÊ Û AŞTIYÊ DIBIN HEDEF’    Çalagan wiha behsa polîtîkayên tecrîdê kir: "Di bingeha hemû qeyranan de polîtîkayên tecrîd, şîdet û şer heye. Tecrîda ku li Îmraliyê destpê dike niha li hemû girtîgehan belavbûye. Her wiha li welat tecrît wek rejîmekî tê meşandin. Çend girtiyên siyasî cezayên xwe temam kiribin jî nayên berdan. Her roj agahiyên nû yên binpêkirina mafên girtiyan tê rojevê. Li girtîgehan êriş didome. Polîtîkayên tecrîdê ne tenê li girtîgehan niha li dervê bi mekanîzmayên cuda tê meşandin. Têkoşîna bi rûmet a Dayikên Şemiyê û Dayikên Aştiyê niha bûye hedefa desthilatdarê. Dayikên Şemiyê dev ji Qada Galatasareyê bernadin û ligel vê yekê jî tên binçavkirin û îşkence li wan dikin. Li Colemêrgê jî Dayikên Aştiyê hêj di binçavan de nin. Têkoşîna dayikên Aştiyê û yên Şemiyê têkoşîna me ye jî. Em ê bi hev re aştiyeke bi rûmet bînin vî welatî."   POLÎTÎKAYA TALANKIRINA XWEZAYÊ    Çalagan di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê ya li dijî xwezeyê û wiha axivî: "Ji aliyekî li Daristanên Akbelenê ji bo sermayedaran rant û talan heye. Ji aliyek jî bi hinceta 'ewlehiyê' li Cizîr û Bedlîsê mudaxileyê şewatên daristanan nakin. Her wiha kesên ku hewl didin agir vemîrinin jî tên astengkirin û tên binçavkirin. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî talan û rantê bidomînin." Çalagan di civîna çapemeniyê de behsa rewşa penaberên jin kir diyar kir ku heke polîtîkayên şer û şîdetê bê bidawîkirin dê pirsgirêkên penaberan jî bê çareserkirin.    'DOZA KOBANÊ KOMPLOYEK SIYASÎ YE’    Çalagan di axaftina xwe de qala Doza Kobanê jî kir û da zanîn ku li Kobanê bi pêşengiya jinan şoreşek pêk hat û Doza Kobanê jî tê wateya bêtehemûliya li dijî şoreşê û got: "Tu delîl di destê wan de nîne. Niha jî bi destê Diyanetê dixwazin kopmploya xwe bidomînin. Diyanet bi daxwaznameya xwe rola dozgeriyê girtiye. Bi hinceta ku siyasetmedarên ku tên darizandin li dijî nirxên olî tevgeriyane nîşan bidin. Ev tişt tê wateya îstîsmarkirina olê. Her roj jin li kolanan tê qetilkirin û hedef tên nîşandan çima Diyanet deng nake. Ewqas xizaniya jinan zêde bûye lê ji sedî 99 budçeya Diyanetê hatiye zêdekirin. Di wargehên tarîkatan de destdirêjî li zarokan dikin, lê Diyanet bêdeng e. Diyanet, çima li hemberî cenazeyê ku bi kargoyê tê şandin hestiyariyê nîşan nade, gelo bi kijan hestiyarî tev li Doza Kobanê dibe. Em carek din dibêjn ku Doza Kobanê komployek siyasî ye."   DÊ DI 8 Û 9'Ê ÎLONÊ DE KONFERANS BÊN BÊ LIDARXISTIN    Çalagan destnîşan kir ku piştî hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê Partiya Çepên Kesk ket pêvajoyeke nû û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piştî hilbijartinê me encamên hilbijartinê nirxand û xeta xwe ya pêşerojê diyar kir. Me wek Meclisa Jinan a partiyê li navçe û bajaran bi jinan re civîn li dar xist. Me xwest em piştevanî û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Me mekanîzmayên rexne û rexnedayinê pêş xist û me kêmasiyên xwe anîn ziman. Bi pêşniyar û rexneyan me 2 komxebatên bi sernavê 'Jin û rêya 3'yemîn' û 'Mekanîzmayên rêxistinê ya jinan' pêk anî. Nirxandin û pêşniyarên ku di komxebatan derketin holê dê Konferansa Jinan a Navendî li dar bixin. Em ê di 20 û 30'yê tebaxê de li navçe û bajaran ji bo konferansê civînan li dar bixin û di 8-9'ê îlonê de jî konferansa xwe li dar bixin. Bijî têkoşîna jinan. Jin jiyan azadî."