Jin destvala ji bazarê vedigerin 2023-09-09 09:11:05   WAN - Jinên wanî diyar kirin ku êdî ji ber zeman nikarin debara xwe bikin û gotin: "Em bi 300 lîreyî diçin bazarên zeman, em destvala vedigerin."    Li Tirkiyeyê di serî de fiyetên zexîre hema bibêje her roj fiyetê tiştan biha dibin.Demek berê Koma Lêkolînê ya Enflasyonê (ENAG) enflasyona mehane ji seî 8,59 û enflasyona salan jî ji sedî 128,05 diyar kir; lê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî enflasyona meha tebaxê ji sedî 9,09 û ya salan jî ji sedî 58,94 diyar kir.    DESTVALA JI BAZARÊ VEDIGERIN   Li Wanê li bazaran kîloya firingiyên herî erzan 17, ya xiyaran 20, pîvazan 20, kartolan 18, îsotan 25, zebeş 10-15, mişmiş 40, çîlek 50 û tirî jî 40 lîre ye. Jinên ji bo danûstendinê diçin bazarê, destvala vedigerin malê. Jinan bilêv kir ku ew nikarin debara xwe bikin.    Ji jinan Nafiye Kahraman anî ziman ku debar pir zehmet bûye û gava tên bazarê êdî nikarin tiştek bikirin. Kahramanê bal kişand ser bihabûna her tiştî û got ku êdî nikarin kirêya malê jî bidin. Kahramanê diyar kir ku ew bi 300 lîreyî hatiye bazarê û got: "Hevjînê min naxebite. Min bi vî pereyî tenê du kîsik dagirtin. Lê berê gava em bi 300 lîreyî dihatin me têra mehekê zebze û fêkî dikirîn. Lê niha kîloyeke fêkiyan bi 40 lîreyî ye. Pir biha ne. Berê me nan bi 3 lîreyan dikirî, lê niha bûye 6 lîre. Fiyetê kîsê arvan ê 50 kîlo ji 300 lîreyî çûye 600 lîreyî. Ev krîz dê heya kengî bidome."    ‘ÊVARÎ ZEM, SERÊ SIBEHÊ ZEM'   Behiye Dûrmazê jî bi lêv kir ku ji ber bihabûnê nikarin gelek lazmatiyên xwe bikirin û got: "Gava em tên bazarê em nikarin tiştên li gor dilê xwe bikirin. Em destvala vedigerin malê. Niha gelek lazmatiyên mala min hene. Tiştên em dikirin jî herî zêde kîloyek e. Êdî tu qîmeteke pereyan jî nemaye. EM êvarî radizên zem, serê sibehê şiyar dibin zem. Du zarokên min dixebitin, lê têr nake. Hêvîdar im ev rewş baş bibe."    'SEDEM DEWLET E'   Sevval Demîrê jî destnîşan kir ku tekane berpirsê vê bihabûnê rêveberiya dewletê ye û got: "Ji ber ku fiyet pir biha ne em nikarin tiştekî bikirin. Tiştên ku me berê bi qaseyan dikirî, niha em bi kîloyan dikirin. Mehaneya me ya teqawidbûyînê 7 hezar û nîv e, em ê çawa bi vî pereyî debara xwe bikin?"    Zuleyha Demîrê jî anî ziman ku bi hezar lîreyî hatiye bazarê, lê tenê ji bo hefteyekê erzaq stendiye û got: "Dibe ku ez karibim bikirim, lê he rkes nikare bikire. Ez jî esnaf im. Eşyayên ku min par dikirî, ez îsal bi pereyekî du qat zêdetir dikirim. Tiştekî bi 20 lîreyî, bûye 100 lîre. Rewşa me qet nebaş e. Başbûna vê rewşê bi çûna Tayyîp Erdogan pêkan e."    Meryem Aslan jî destnîşan kir ku krîza aborî bandoreke pir nebaş li wan kiriye û got ku fiyet her roj bihadibin.