Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk: Rojeva bingehîn rakirina tecrîdê ye 2023-09-09 11:37:12 ENQERE - Di konferansa jinan a Partiya Çepên Kesk ku di roja 2’yemîn de berdewam dike dê di mijarên “rakirina tecrîdê, diyarkirina xeta têkoşînê û rewşa girtiyên nexweş” de nîqaş bên birêvebirin.    Konferansa Jinan a Partiya Çepên Kesk ku di çarçoveya jinûve avakirinê de tê lidarxistin, di roja 2’yemîn de berdewam dike. Di konferansa ku li Navenda Perwerde û Çandê ya Odeya Endezyarên Makîneyê didome de di serî de tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, gelek mijar dê bên nîqaşkirin.    DUH ÇI HATE AXAFTIN?   Di rûniştina destpêkê ya Konferansê de ku duh pêk hat, li ser rewşa giştî ya siyasî û peywîrdarkirinên di dema nû de bên kirin nîqaş hatin kirin. Di rûniştina yekemîn de ku pirsgirêkên serdema dawî lê hatin guhdarîkirin, di encama nîqaşan de pêşniyarên ku îro bên nîqaşkirin hatin berhev kirin.   PÊŞNIYAZNAMEYA 13 BIRYARAN   Di encama nîqaşên duh hatin kirin de dê li ser pêşniyaznameya 13 biryaran nîqaş bê kirin. Rakirina tecrîda bi taybetî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û belavî civakî bûyî û têkoşîna li dijî faşîzmê dê bibin rojevên bingehîn ên konferansê.    Pêşniyarên li ser “diyarkirina xeta têkoşînê ya li dijî xizanî û kedxwariya jinê, pirsgirêkên jinên koçber û penaber, xurtkirina tora hevgirtina jinê ya navneteweyî, rewşa girtiyên nexweş û jin, têkiliya kedxwariya jinê û talana ekolojîk” bên nîqaşkirin.