Jinekê li Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da 2023-09-11 15:35:32 COLEMÊRG - Jina bi navê Şîlan Atîs li navçeya Şemzînanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Jina ciwan a bi navê Şîlan Atîs (25) duh bi şev li mala xwe ya li Taxa Baglarê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku cenazeyê Atîs, ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.   Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê jî têkildarî bûyerê dest bi lêpirsîn da destpêkirin.